My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


HIZRET. SERÊ PÊNCA

 

 

HIZRET

                     

                     

SERÊ PÊNCA

                     

                                          

          Roja slêstîkirinêye sisya silêstşîê cahilî serxwe vegerya ser Arakêl û gotê:

          - Êloyanê bajarvan, tiştek xût minra ne eyane. Ez dixwazim ji te bipirsim…

          - Bipirse, qurba, — Arakêl pêra-pêra gotê.

          - We nikaribû bigota, wekî ew Nado, Merîf û ew Qasimê Zîlanî çi merî bûn? Û hûn çira usa bi pesn derheqa wanda xeber didin?.. Hûn ermenîê Romêne, Êloyan, û kurda, de, em bêjin, êpêce çetinayî dane we, hûn çawa diçûn cem wan? Hûn dikarin caba van pirsa bidin?

          - Dikarim. Ser ç’evê min, ezê cabê bidim… Ezê serhatya mala Qasimê Zîlanî wera bêjim… Qasimê Zîlanî gundê meda dima…

          Arakêl cix’arek jî pêç’a û bi wê ruhdarbûnê xeberdana xwe pêşda bir, ku hema îro sifteda ketibû dilê wî.

          … Qasimê Zîlanî bi qewm-pismamê xweva gundê Dîtakêda tevî ermenya dima. Merîkî başî rem bû, ji ermenya hiz dikir. Tu kesî ç’êr-etî ji devê wî nebihîstibûn, destê xwe hilnedida ser tu kesî, ne ser xulamê xwe, ne jî ser merîê mayîn, hetanî hespa xweye şînboz jî qamçî nedikir. Xeysetê wî usa bû. Ne bi xwezil wî kurdî, ku dizî yanê xirabîke mayîn bikra. Hurmeta Qasimê Zîlanî hetanî zozanêd Gelîê Zîla nava kurdada gelek bû. Nha Arakêlê şiroveke, wekî çawa Qasimê Zîlanî ermenîê Dîtakê xilaz kirin.

          Carekê, şev bêlûkeke eskerê tirka û komeke hemîdîê ketne gundê Dîtakê. Gundda bû hewêrze, qalme-qalm, şîn-girî, ewte-ewta kelba, hîre-hîra hespa. Kelbê, ku diewtyan, gulle dikirin, derî dişkênandin, dadkutane mala. Nha jî, gava Arakêl şirovedike, sizî canê wîra diçin, dilê wî tijî dibe. Derê wan jî şkênandin. Senemê Aram dabû milê xwe û piş dêrî sekinî bû, zaro ji ber milê wê hildan û avîtne erdê, Senemê xwe avîte ser zarê, porê wê girtin, erdêra kaş kirin. Bira ew roj neê serê dijminê Arakêl. Hetanî sibe ronbûya, Dîtakêda tu ermenîk nedima, tu pişîkeke kor nedima… Û nava gundda bû hewêrze, bi kurdî, bi tirkî bilind-bilind gazî hevdu dikirin. Hevekî guman ketibû dilê Arakêl. Ew dengê Qasimê Zîlanî û kurêd wî bûn. Bû şixke-şixka tivinga, ç’êr dikirin, dikirin qare-qar. Eskerê hemîdîê ji mala derketin, şîn û girî hevekî kêm bû. Qasimê Zîlanî û her hevt kurê wî bi sîliha ber sereskerê hemîdîê sekinîn, yê ku xulamêd K’or’ Husêyn paşa bûn – ewî de’vê ermenîxur bûn. Gotinê, wekî hergê hûn ermenîkî bikujin, wê cendekê we ji vêderê bibin malê we, ew jî em nadin, wê bigrin bavêjin ber kûç’ika. Me cab şandye gunda, wanra gotye, wekî hema nha bêne pêşya we, rya we bigrin. Evan ermenya birê me bûne, me nanê zevîkê xwerye, pêşîê me ava kanîkê vexwarine, me hevra sond xwarye, wekî hevdu xweykin, wana bi dêra xweye ç’yaê Npatê Hovhannê buhurî, me jî bi ocaxa şêx Ozman. Hergê hûn birçîne, ezê wera berxa şerjêkim, — Qasimê Zîlanî got, — bixun, ber weda kulbe, têrbin û bicemin ji vî gundî herin. Hemîdîya hev civyan, ketne mereka Qasimê Zîlanî, lê kurê wî û xulamê wî ermenî birin kirin xanîê Qasimê Zîlanî. Kal û zaro, xort û qîz, temam, temam birin kirin wî xanîê qube. Xanîkî mezin bû, cîê pênsid merî bû. Çiqas dewetê ermenya û kurda hebûna, wî xanîê Qasimê Zîlanîda dikirin. Sed mêr û jinê yazme dirêj govend digirtin, dilîstin, lê weke dusid merî jî orta govendêda rûdiniştin, temaşa wan dikirin. Malê ermenîê Dîtakê gişk wî xanîda cî bûn û Zîlanî, her pênc birê wî û her hevt kurê wî sîlih hildan, ber dêrî sekinîn. Canege şerjê kirin, hetanî sibê ew eskerê hemîdîê nan û av kirin û ermenî jî xweyî kirin. Destberbangê hemîdîya ji gund kişyan çûn. Ew çûn, hineke mayîn hatin, ewana jî çûn, hineke din hatin. Hatin çûn, hatin çûn. Kê ku nêzîkî mala Qasimê Zîlanîye mezin bû, her pênc birê wî û her hevt kurê wî û usa jî hevt ermenîê sîlihkirî bi kincê kurda, wekî şev ji mal derketin û sîlih hildan, gişk ber hemîdîya sekinîn û gotin: “Kê nêzîkî vê malê bibe, yanê cinyazê wî wê ser şêmîkê bikeve, yanê jî hûnê ser meytê mera herne hundurê vê malê. Û dîsa hatin, çûn. Kişyan, kişyan, kişyan hetanî sibe safî bû, ro piş ç’yara derket, tu eskerekî hemîdîê Dîtakêda nemabû.

          Derê xênî vekirin, gund-gundîtî ji mala Qasimê Zîlanî derket. Girî, hêsir, şabûn. Dîtak ji qirê xilaz bûbû. Û nişkêva dîtakya çi dîtin? Ji alîê dêrêda eskerê ûrisa, kazakê syarî hatine kivşê. Hatin, hatin, nêzîk bûn. Kazakne usaye destpêye gir bûn, her yekî wan dêwekî kej. Hetanî nha Arakêl ûrisê usaye gir nedîtine. Ermenîê Dîtakêye xilazbûyî bi şabûn revîn, çûne pêşya wan. Û çi dîtin? Kazakara tevayî ermenîêd rezadilî hatî û nava wanda Smbat û Koçoê Dîtakê, hespê boz syar, tivingê mûsênîê milada. Bi şîn û girî revîn çûn, serê hespê wan girtin. Ermenîê rezadilî hatî ji hespa peya bûn û cimetêra tevayî giryan. Paşê merîê extîyar pêşda hatin û gotin:

          - Smbat can, Koço can, Qasimê Zîlanî em gişk ji qirê xilaz kirin, wekî wî nîbûya, weê nha cinyazê me gişka bidîta. Çawa ewî hêsîrê me xilaz kir, hûn jî gerekê hêsîrê wan aza bikin, bêbextîê nekin…

          Smbat hîvîkirina me gote kazaka, kazaka got: da          [1], da, îzna we heye. Û ç’ûk-mezin revîn, hebûn û hûrmûrê mala Qasimê Zîlanî anîn kirine mala Smbat û Koço: îdî xalî-xalîçe, orxan-doşekê quştûkî, îdî beroşa sifir û gumgumê zîvîn. Teşteke mala Qasime mezin hebû, wekî her hevt bûkê wî hevra diketinê, serê xwe dişûştin û derdiketin.

          Slêstçî vebeşirîn:

          - Teşta ewqasî mezin ku hatye?..

          - Hergê derewa dikim, şerm minra… Her hevt bûka jî wê teştêda tevayî serê xwe dişûştin. Çawa gotine, ez jî usa dibêjim, xwe min bi ç’evê xwe nedîtye, wekî bûk çawa serê xwe dişon…

          Arakêl bi îşte qelin mêt û gultim-gultim dû dev û fincê xwera berda.

          … Dîtakya mala Qasimê Zîlanîye mezin hevt roja xweyî kirin, hurmet jêra kirin, razîbûna xwe danê û roja hevta Smbat û Koço pênc ermenîê rezadilî jî hildan, şev mala Qasimê Zîlanî birin hetanî gelîê Zîla, gîhandin kurda û paşda vegeryan.

          - Eva jî wera serhatya mala Qasimê Zîlanî, — Arakêl gilîê xwe kuta kir. Hevekî bîna xwe kişand, dîsa gilîê xwe pêşda bir. – Divên, kurda ermenî qir kirine. Raste, qir kirine. Lê hemû kurd mînanî K’or’ Husêyn paşaê bêîsaf gur û de’vê bêxweda nîbûn. Mînanî Mûsa-Begê Mûşê qaçaxê nepak, mînanî Mehmûd-Begê diz û talançî nîbûn. Me bi ç’evê xwe kurdê mînanî Qasimê Zîlanî û kurêd wîye helale bi qedir û qîmet jî dîtine. Kurdê mînanî Murtula-Begê Miksêyî mînanî pêxemberê xweykirê ermenya jî li rûbarê dinyaê hebûn. Hergê sax’e, bira sehet-qewetbe, rya wî rastbe, hergê mirye, bira rehme lê be, ruhê wî nava ç’iklê cinetêdabe.

          - Êloyanê bajarvan, keremkin bêjin, — slêstçîê berç’evk ber ç’eva vê carê gote Arakêl, — ew, çi ku we got, gelekî hewaskar bû. Lê ne axir hûn merivekî nexwendîne, tim li deştê bûne, ew çawane, wekî hûn wan hemû gilya zanin?

          - Çawa zanim?..

          - Belê.

          Arakêl bi kubarî vebeşirî.

          - Çawa zanim?.. Çira guh, hişê merîê nexwendî, neelim tunene? Welatê meda – Mûşê yanê Sasûnê, Miksê yanê Şataxê, kîderê tiştek biqewimya, wê bi zar gund bi gund, şeher-şeher bela bûya û bigihîşta her kesî, çawa serhatya Dawidê Sasûnê…

          Deng hevra dibirin, hetanî deng diçûn digihîştin perê dinyaê. Ax’bûr Sêrob, Gêvorg çawîş û Andranîk serê ç’yaê Sîpanê bikuxyana, me Elaşgirê, Milazgirê û Basênêda dibihîst. Libûjenê Miksê qewmandina Êlaşgira dibirin Xnûsê digotin, qewmandina Xnûsê dibirine Wanê, ya Wanê dibirine Elcawizê…Min jî bihîstye û bîra xweda xweyî kirye, xwendinê fem nakim, lê gilî-gotina fem dikim…

          - Bêjin, bêjin, Êloayn.

          - Dîsa bêjim…

          Arakêl fikirî bîne bîra xwe, wekî kîderê sekinî bû. Kete bîrê – ser ç’yaê Eledax’ê, cem Merîf û Nado… Bi vî teherî, Merîf temamya rojê serhatya malêd ermenya bi Arakêl da gotinê. Mînanî zara girya, gava pê hesya, wekî Mîrîbî Smbat nava şêrda hatye kuştinê, merivêd nepak je’r dane Koço û ew jî bi wî cûreyî mirye.

          Merîf çokê xwe dixist, axe-ax û ofe-ofa wî bû. Kurdê mayîn ker-lal guh didanê. Paşê Arakêl pê hesya, wekî zulma giran hatye serê mala Qasimê Zîlan jî. Eva îdî heyşt sale, wekî terk li kurda jî dixin, xeza dikin. Heyşt sale, wekî şerê kurda û tirkane. Serkarê kurdê vî alî kurê Qasimî mezin Şamil bûye. Nava şêrda hatye kuştinê, her pênc birêd wîye mayîn jî hatibûne kuştinê, Merîf mabû, Qasimê Zîlanî ji derda miribû. Nha dewsa Şamil kurê wî – Nado – serkare, wekî wî çaxî deh-donzdeh salî bû. Lema jî Arakêl ew nas nekir, ewî jî Arakêl nas nekir. Nha hevdu bîr tînin. Arakêl gelek cara ew xwera biribû deştê, cîê nêç’îrê nîşanî wî dabû. Nado zaro bû, lê gulla wî erdê nediket. Lê nha esabeke, simêlê wîye palik ber guhê wî, sîngê wî jî mînanî selê hedadane…

          Merîf Arakêlra şirovedikir, wekî çawa birê wî hatine kuştinê, û nha jî Arakêl digirya.

          - Roma mixenet kurd xapandin, ç’ek û sîlih da wan, şandine ser ermenya, ermenî qir kirin, — Merîf digot. – Û paşî qirkirina ermenya nha jî dixwaze me ji rûbarê dinyaê bide hildanê. Em serê xwe dixin, digrîn, — digot, — lê çi bikin, tiştê çûyî, çûye.

          - Gelek, gelekî poşman bûne, — Arakêl zêde kir, — nifirya li êlbaşîêd xweye xûnxur dikin, wekî ermenî qir kirine. Wekî ermenî bimana, nha halê me ha nîbû, — Merîf digot. Ji hevalê Stalîn digazinin. Divên, K’or’ Kemal paşa Sarî Moskovê dide bawerkirinê, wekî ew jî ji dîn û îmana wane, Moskvaêra dostya qelp dike, lê nava welêtda cimeta qir dike… Ermenî qir kirin, xeza kirin, hurum qir kirin, nha jî kurda qir dike…

          - Kurd Ûrisêtêra dibêjin Sarî Moskov, — Arakêl şirovekir, — yanê Moskovê çûr, çimkî ûris çûrin…

          Arakêl bîr kiribû, wekî kelêdane, wekî şirovekirinê dide slêstçî, wekî bextê wî, bextê kurê wî û pismamê wî wan şirovekirinê wîra girêdayîne. Tu tiştekî xirab fikra wîra derbaz nedibû. Ewî xwe bîr kiribû, bi temamî wê yekêva ruhdar bûbû, wekî wan qewimandina dîsa nava ruhê xweda zêndî dike. Çi ku hatibû sêrî, bi wanva dijît û bi wê yekê bextewar bû.

           

          * * *

           

          Hetanî terî kete erdê, cîê eskerê Nado lê hêwirîbû Arakêlra hurmet kirin, xwera xeberdan û êvarê hespa syar bûn û qulibîn. Merîf û du komekdarê wî cem Arakêl man. Arakêl paşê pê hesya, wekî Nado û koma wî çûne hewara kurdê pêşa Masîsê.

          Merîf û herdu komekdara Arakêl hildan û berbi alîê Dîtakê çûn. Şev gihîştine Dîtakê. Arakêl mala xwe dît, dîwar paç kir, çû hundur. Mal bûbû kelefe. Tenê dîwarê wê mabûn, arîk tunebû, hundurda gezgezk û kumkor şîn bûbûn, weke dîwara bilind bûbûn. Hundurê tendûra xirabbûyîda jî gîha bor bûbû, gihîştibû hetanî kevya tendûrê.

          Arakêl ji Merîf hîvî kir, wekî îzna wî bide nav gund bigere, hemû mala û mehela bibîne, here ji kanîê avê vexwe, nêzîkî xaçê kevirî mezin rûnê û li alîê Arasanî binihêre. Merîf qayîl bû:

          - Here, Arakêl, here, bira lawik jî tera bên, wekî tiştek neqewime…

          Hetanî sibê Arakêl derva ma, komekdarêd Merîf jî wîra bûn. Hema sibe ku safî bû, Arakêl birine cem Merîf, bi sinya mezin pelaw anîn, goştê berxê jî danîbûn ser. Arakêl têr xwar û raza. Raza û gava hişyar bû, ro îdî dagerya bû.

          - Arakêl, — Merîf gotê, — merî hatine dîtina te, bese razêyî…

          Kurdêd nas ji Dîadînê û Vankê, Cûcanê û Seydoê, Taşlîçaê û Qerebazarê hatibûne dîtina Arakêl, her yekî mîke berx dabû pêşya xwe anîbû. Çawa Arakêl ji mal derket, pêra-pêra dor li girtin.

          - Ser sera, ser ç’eva, birê me Arakêl…          [2]

          Usa xwe avîtne pêsîra Arakêl, wekî teê bigota birê wanî helal ji xerîbîê vegeryaye. Her yekî pirsa ermenîê gundîê xwe yanê kirîvê xwe dikir, kî saxe, ji mala Movsêsê Vankê, Davît ax’ê Cûcanê kî maye. Îdî pirsa kê nedikirin, merîê, ku zûda mirine, qebîlê, ku zûda unda bûne, çûne. Û berxwe diketin, wekî tunene, û gava beseke xêrê dibihîstin, şa dibûn. Na, ne raste, wekî bêjî hemû kurd qaçax bûne. Kurd û ermenîê alîê Arakêl hetanî rojêd mihacirbûnê jî hevdu xweyî dikirin, wexta mihacirbûnê jî gelek hetanî deşta Korûn-Mosûnê hatin, ermenî bi ax û keser rê danîn.

          Arakêl wê çi ji pêşkêşê anî bikra, ewqas pez û berx kuda bibra? Û herro ji gunda merîê teze dihatne dîtina wî. Kal rûdiniştin, tevî wî ji sinîê mezin goşt û birinc dixwarin, zar dora wan top dibûn, jina ji piş perda li wan dinihêrîn. Arakêl panzdeh roja gundê xweda ma. Herro berîêvarê diçû nava mezela, ber mezelê bavê xwe çok dida erdê, kevirê wîyî sor paç dikir, paşê dihat kevirê şêmîka mala xwe paç dikir, wê şûnda diçû xaçê kevirî mezinî, ku pêşberî gund ser qûç’ê bû, paç dikir û ber wî rûdinişt, deşta Zîravîê, Arasanî, roa, ku kutasya deştêda diçû ava, dinihêrî. Ya reblelemê, gelo ew gişk rast bûn, Arakêl ne nava xewnêda bû, xewneke şîrine xweş, wekî dikare nha, nha xilazbe? Na, xewn nîbû, rastî bû. Aha Arakêl bi xweye, kêlekê xaçê gundê wanî kevirî mezine, pêşber deşta Elaşgirêye…

          Merîf nedihîşt, wekî Arakêl dûr here. Lê Arakêl herro hîvî dikir şivdara xwe hilde û here deştê, deştêd xwe, wextekê xweyê kîjana Arakêl bû. Qe na şevê here deşta, bikeve gelya, hilkişe serê ç’ya. Merîf îzn nedida, û herdu komekdarê wî jî hertim Arakêlra bûn.

          Rojekê jî Merîf syarî ji deştê hat û elamî Arakêl kir, wekî wê îro îznê bidne wî, ku here dêrê û Dîadînê. Ewê jî pêra bê. Herdu hespa syar bûn, bi du xulamava ji Dîtakê peya bûn, çûne dêra Hovhanne binatara ç’yaê Npatê. Merîf û herdu komekdarê wî sîlihkirî bûn, lê Arakêlî bê ç’ek bû. Pira Arasanîêra derbaz bûn. Ç’em dîsa usa zelal dikişya. Teê bigota Arakêl qet ji wan neqetyaye.  Bin pêlê şînda mesîê zer dişûlikîn. Hatin ber dêrê sekinîn. Ew mînanî berê dîsa cîê xweda mehkem sekinî bû, ser banê wê dîsa ew kevotkê nas bûn. Arakêl ji hespê peya bû. Komekdarekî dizgîna hespê girt. Arakêl çû ber dergê dêrêyî mezin, devruya xwe avîte ser selê binê wê û girya.

          Hersê kurdê syarî bawerkî fem kirin, wekî Arakêl digrî û xwe deveruya avîtye, wekî girîê wî nebînin.

          - Ê, weten, weten, — Merîf got, — weten şîrine… Ji hizreta weten merî dikarin ecêbekê bînin serê xwe… Mirina xwe bidne ber ç’evê xwe… Ê, weten…

          Arakêl girya, paşê rabû, ew û Merîf çûn, rex ç’êm rûniştin. Arakêl bi ava Mûradê ser ç’evê xwe can kir, ç’evê wî rehet bûn…

          Rojtira mayîn, sibê, Merîf ew bire gundê Dîadînê. Binatara ç’yaê Npatêra derbaz bûn, li ku bîna hamêma ç’ya dihat, ber wan zinarara derbaz bûn, li ku sala 1904-a haydûk ketibûne tebîê û eşîrêd celalya û zîlana, ç’îloya û zaza û eskerê tirka bi hevt bînbaşyava dora ç’îê girtibûn. Tenê Qasimê Zîlanî îzn neda tu merîkî qebîla xwe, wekî herne ser fîdayê ermenya şêr. Rêêd nasra çûn, gihîştine germavêd Dîadînê, ketne avêd wane germ… Kanîêd kele çawa bûn! Sî û çar kanîêd germ, kelyayî ji serkanîê zinara dertên, dikine bilqe-bilq. Dibûne ç’emekî û diçûn, diketne nava Arasanî, dibûne kevir û ser dibûne pira, pira qîç’ke karibar, wekî mînanî ecêba bû. Dinyaêda qe kîderê tiştekî usayî bedew, cîê usaye rind hene?..

          Şev vegeryane Dîtakê. Arakêl nha gihîştye meremê xwe. Bira hema îşev jî Xwedê ruhê wî bistîne. Lê gava tu xwexwa gazî ruhustîn dikî, naê, gava gazî nakî, wî çaxî tê. Rind dibe ruhustîn neê hetanî vedgere malê, şiroveke, wekî çi dîtye. Rojekê, duda jî bimîne, rind ji wan dera têrbe û vegere malê, wî çaxî wexte.

          Rojek, dudu jî usa derbaz bûn.

          Alava agira hizreta berê ruhê wîda bere-bere ditemirî, vedpesirî, kozya şîn bi qatê tenik ew vedişart, dibû antex’. Û agirekî teze ruhê wîda alav û mêlît dida, gur dibû, prîsk vedida, ew dişewitand, dikizirand. Ew hizreta dinya alîê Araksêyî ç’epê bû. Hizreta mal û ocaxê, hizreta wetenê zêndî.

          Vêderê kevirê ser mezelaye sar, ku kevza şîn xwe avîtibûyê, ew bend dikirin, lê ji wêderê qewim-pismamêd wîye zêndî gazî dikirinê.

          Rojekê Nado koma xweva şev hate malê. Eskerê wî bi sîliha û hespa belabûne malêd xwe. Nado ç’ek-sîlihê xwe danîn û temamya rojekê raza. Gava rojtira mayîn hişyar bû, ser ç’evê xwe şûşt, gazî Merîf û Arakêl kir, wekî bên tevayî nan bixun. Nado çawa Merîfra, usa jî Arakêlra digot “apo”.

          - Bibaxçîne, apo, wekî hetanî nha em pak ser nan rûneniştine, me xeber nedaye, — gote Arakêl. – Tu dibînî, em nava şêrdanin. Rom nahêle, wekî em bi zimanê xwe xeberdin, kolozê xwe bidne serê xwe, şe’r-şimaqîê xwe girêdin…

          Ji wê rojêda her sibe Nado bi komeke biç’ûkva derdikete nêç’îrê, Arakêl jî xwera dibire wandera, wextê ewî hela cahilekî negihîştî bû, qorixçîê gundra nêç’îr dikir. Lê êvara Nado serhatîêd derheqa wedê kevne derbazbûyîda û kalkê xwe Qasimê Zîlanî, Smbat û Koçoda Arakêl û Merîf dida gotinê û bi gihdarî dibihîst.

          Aha ji mehekê zêdetir derbaz bû. Rojekê jî merivek bi girî û lûbandin ji gelîê pêşber berbi Dîtakêda hat. Hat xwe avîte ser şêmîka mala Nado. Eskerekî tirk bû, bi kincê zîtol-zîtolî, kuta bûn, xûn berî ser dabûn. Gilî kir, wekî yûzbaşîê wan ew kutaye, hincirandye. Revye, hatye xwe avîtye ber pîê Nado, hatye vêderê belkî xilazbe. Cina ew şaş kir, kûç’iktî jina yûzbaşîra kir û kete vê rojê. Duh ancax ew xilaz kirin, lê wekî bima, yek bû – yûzbaşîê şûrê xwe zikê wîra bikira.

          - Yalan dîorsan, olan          [3], — Nado gotê. Esker erd, ezman, Xwedê sond xwar. Xweyî kirin, nan û av kirin, esker qenc bû.

          Herro dihat, kêleka Arakêl rûdinişt, derdê xwe jêra digot. Digot, du birê min, pîredêka min hene, nha Hesenê yûzbaşî gişk kuştine. Digot û mînanî zara digirya. Lê rojekê jî sibê rabûn, dîtin, wekî esker tune.

          Nîşana xêrê nîbû. Paşî çûyîna wî ji gundê jêrîn kurda cab dane Nado, wekî ordya tirkaye mezin tê ser kurda. Nava şevekêda gund vala bûn. Ga, hesp, gamêş, qantir bar kirin û hilkişyane serê ç’ya. Merîf malêra bû. Arakêl jî wîra bû.

          Kurdê der-dorê bi ç’ek-sîlih, hespê kihêl syar dîsa bin fermana Nadoda berev bûn.

          Serê ç’ya konê xwe vegirtin. Arakêl konê Merîfda bû. Tev dixwarin, tev radizan û tev guh didane dengê şêr. Cara dengê gulla nêzîk dibû, cara jî dûr diket. Pênc ro, pênc şeva şer bû. Roja şeşa cabeke nebixêrîê hat. Nado hatye kuştinê. Cinyazê wî anîne oba. Gulla osmanê mixenet defa sîngê wî ketibû, pişta pîlra dabû der. Şîneke çawa kirin, şîneke çawa kirin! Jina gişka sûrtê xwe verotin, kirin şovê kutanê. Kevir-kuç’ik jî seba mêrxas digiryan, her tenê mêrê sîlhekirî ker bûn. Merîf kêleka kurê Nadoyî çardehsalî ker rûniştibû, kesekîra xeber nedida. Gede jî ker bû. Nedigirya, difikirî. Navê wî Qasim bû. Navê kalkê lê kiribûn. Gede gerekê bibûya Qasimê Zîlanîyî teze.

          Nado ser serê ç’yêyî lapî bilind, bin zinarekî şînda heq kirin, lê şûr û qema wî, tiving û qirma wî anîn dane pişta kurê wîyî çardehsalî – Qasimê biç’ûk. Rojtira mayîn Qasimê Zîlanîyî biç’ûk ç’ek-sîlhê xwe girêdan û dakete deşta şêr…

          Paşî vê yekê çend roja şûnda Merîf gote Arakêl:

          - Arakêl, gilîk minra gotine, ez naxwazim ji te veşêrim. Hukumeta we dew li Kemal kirye, wekî te bigrin, paşda bişînin. Tu haj wê yekê hebe. Nha dixwazî mala minda bimîne, tu kes te nagre, dixwazî vegere here cem ewledê xwe. Eva yeka raste. Ew tirkê, ku wî qilxî hatibû mala me, cesûs bû…

          Arakêl gelekî fikirî. Dewa wî kirine. Wekî Kemal Arakêl negre, nede, diqewime, bibe şer. Na, Arakêl gerekê zû vegere. Bira rûê wîda nebe şer, xûn neê rêtinê, xûna merîê bêsûc neê rêtinê. Wê rojek-dudê dinê şûnda vegerya, nha wekî haye, îdî Arakêl tu sehetekê sebir nake.

          - Merîf, ez gerekê îşev vegerim…

          - Xwedê ox’ira terabe, Arakêl, — Merîf gotê, — bira Xwedê qelpê her merîkî mînanî qelpê te helal bike… Here û ji Sarî Moskovê bipirse – heqîê kengê dinyaêda alt bike?..

          Nan, penêr û goştê berxa kirine hevana Arakêl, komekdarê Merîf ax’a hetanî vî alî ç’ya pêra hatin.

          - Ox’irbe tera, apo! – wana cara kutasîê gotin û ser kevira rûniştin, ku dîna xwe bidne Arakêl. Ew vedgerya malê, piş xweva nedinihêrî, bi gavêd berk, bi gavêd esas vedgerya.

          Îdî êvar bû, wexta Arakêl ji ç’ya pêberjêrî deşta Surmelîê bû.

          Bi wê hizreta şewat, emrkir, nebînayî vedigerya berbi Araks û dinya kenarê wîyî ç’epê, kîjanê rojekê ew berbi cî-miskenê wîye zarotîê û cahiltîê şandibû.

          Erez, tu kuyî? Arakêl ji kenarê Arasanî berbi te tê…

           

 


                    [1] Da (bi rûsî) – erê.

                    [2] Eva cumla han nivîskar bi kurdî nivîsye (nasî ya tercmeçî).

                    [3] Ti derewa dikî, kuro!

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>