My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


HIZRET. SERÊ ÇARA

 

 

HIZRET

                     

                     

SERÊ ÇARA

                     

                                          

          Jêra gotibûn, wekî derheqa her kirineke xweda, hetanî derheqa wê yekêda jî bêje, ku rex kîjan kevirî û tûmîra derbaz bûye, bin kîjan zinarîda razaye, bi kîjan avê ser ç’evê xwe şûştye, rastî çi ruhbera û heywana hatye, çi fikirye, çi bihîstye, şiroveke. Kengê qirar kir here, kengê qirar kir vegere, çi dixwar, çi vedixwar?

          Ewqas pirsa şuxulê Arakêl ne ku hêsa kiribûn, lê dha çetin kiribûn, her tişt fikra wîda levxistibûn, qewmandin tevîhev bûbûn, roj kiribûn terî, ezmanê şevê bi ewra wergirtibûn.

          Şaş mabû li slêstçîê xwe dinihêrî û lap lal bûbû. Lê wana jî kax’ez û qelem danîbûn ber xwe, devê wî dinihêrîn. Çend cara cêriband şiroveke “Şev Erez derbazî wî alî bûm, şev deşta Surmelîêra çûm, merya ez nedîtim, hela sibe safî nebûbû, wexta gihîştime ç’yaê Eledax’ê, nava kevirada min xwe veşatr, şeva mayîn gihîştime welatê me, ç’yaê Npatê…”.

          - Nebû, nebû, — Arşo Samêryan ber gilîê wîda dihat, — usa najo neçe, lo, bi hûrgilî, bi hûrgilî şiroveke, fem nakî?.. Kengê fikra tera derbaz bû, wekî herî wî alî, te kêra xeberda, kê şêwir da te?..

          - Ez xwexwa şêwirîm, min tu gilîk ji merîkî mayîn nepirsye…

          - Nebû, — Samêryan dîsa ber gilîê wîda dihat.

          Herdu slêstçîê mayîn ji Arşo Artêmovîç hîvî kirin îznê bide, wekî kalê usa şiroveke, çawa dikare, ewê binivîsin, paşê wê pirsa bidnê û hertim ha bikin.

          - De pak, Êloyan, şiroveke, çawa teê birê xwe, kurê xwe, qewmê xwera şirovekira.

          Ew gişk bona Arakêl Êloyanê qorixçî çi cefakî mezin bû. Ne dîtibû, ne bîna bû.

          … Arakêl sond dixwe, xweyî îmane, nedifikirî derbazî wî alîbe. Bîra welêt dikir, xweda dikizirî, dişewitî. Herro xewnêda welat didît, guşîna Arasanî dibihîst, lê nedifikirî, wekî here. Telebextra, her sibe destberbangê, gava ç’evê xwe vedikir, hişyar dibû, ç’yaêd welêt ber ç’evê wî bûn. Gêdûk, ew rê dihatne kivşê, wekî ser ç’yaê Eledax’êra berbi welêt dibir. Xew nedikete ç’eva, tabetî nediketê. Wêderê bûye, ç’ya û gelî, deşt û çolêd wêda pêncîsalî çûye-hatye û eva panzdeh sale, wekî destê wî ji welêt hatye birînê. Eva panzdeh sale, wekî mezelê dê-bavê xwe nedîtye, wekî nha perpoza şîn xwe avîtîê, mergîsk ser kevirê buhurî dilîzin, dêra Hovane mezine binatara ç’yaê Npatê nabîne, wekî çendik-çend cara cimet ji xezakirinê xilaz kiribû, ava kanîêd wane sar venaxwe, pêşa ç’yaêd şînda ranazê, havînê xwe ava Arasanîye zelal naxe. Bira Arakêl xêrê nebîne, wekî derewa dike – bîra wan gişka dikir, lê tu wexta fikra wîra derbaz nedibû, wekî mal-halê xwe, jin û zarê xwe bihêle here wî alî. Em çawa bikin, wekî yê mene, lê lepê debe ser wane. Gund xirab kirine, wêran kirine, dêr herimandine, deşt yabanî kirine, rê bi şînayî û sturya hatine girtinê, hetanî nha jî hestûê ermenya bin tevêda mane û nehatine ç’elkirinê. Arakêl here çi bibîne, çi bike? Ne fikra çûyînê hebûye, ne gilî-gotin, ne jî kesekî şêwir daye wî û ew şîret kirye. Êvarekê jî şivdara xwe hilda û çû deştê. Hîveron bû, ber ç’evê Arakêl Masîs dibiriqî, gelîê Gêdûkê vebûbû. Ç’ya nêzîk bûbûn, hatibûn lap ber Arakêl sekinî bûn. Dengê pêlê Erez dibihîst. Ser tûmekî rûnişt, nihêrî, nihêrî, fikirî. Hîvê dinihêrî, dikenya, syarê bûkê distra. Erez hêdîka dikire xuşîn. Dinya ç’evê Arakêlra dikete hundur, dikete nava ruhê wî, deng gişk digihîştine guhê wî. Û nişkêva… Wekî Arakêl bêje, hûn bawer nakin, hûn bêbawerin. Erd û ezman şedebe, nan û şerav, Xwedê şedebe, roja duh û îro, xûna şehîda û bûyîna zarê sava şedebe, Arakêl rast dibêje. Nişkêva ji ezman dengek kete guh: “Rabe, Arakêl, rabe, here welatê xwe”.

          Sizî canê Arakêlra çûn, dest û lingê wî lerizîn, saw kete dilê wî. Hezar û yek şevî derva mabû, lê tu wexta ewqas saw neketibû ser.

          - Netirse, Arakêl… Rabe, derengî nekeve. Şeve kine, rya te dirêje…

          Û dîsa:

          - Arakêl, Arakêl…

          Arşo Samêryan îdî ber xwe neda:

          - Bibihê, tu xewna şiro dikî yanê Hop Yêranêlîyî? Tu qerfê xwe me dikî? Bese evsentya bikî.

          Bengzê Arakêl lap hate guhastinê. Gune-gune qirafetê Samêryanî kinik nihêrî.

          - Ez çaxê bavê terame, tu çira minra dibêjî evsene?

          Arşo Artêmovîç Samêryan hê hêrs ket:

          - Çimkî tu tiştê ç’irtî-pirtî dibêjî. Me tera bi xatir xeberda? Îdî wede tune dirêjkin, çi bûye bêje, yanê na? Yanê na, zanî, ha…

          Û ew nêzîkî Arakêl bû, ku rabû pya, kulma xweye rastê ser wîda hejand. Qorixçîê terikî li wî û cendekê wîyî biç’ûk, ç’evê wîye korevişkî dinihêrî û ditirsya. Ne ku ji wî ditirsya, lê ji xwe ditirsya. Şer zorê tê merya diale, gerekê haj xwe hebî, ji qezyaê dûr herî.

          - Rûnê…

          Samêryan vegeryabû, ser kursîê xwe rûniştibû. Arakêl bi hemdê xwe rûnişt.

          - De, şiroveke, — Samêryan emir kir, — wan fen-fêlêd xwe bihêle, bese. Ezê postê te bigrom, wekî tu dîsa wan oyna bikî…

          Arakêl bê guman, mînanî merîê, ku lap gumana xwe birye û hazire bi xwe ji emir dûrkeve, sar û bi eks vebeşirî.

          - Ez çûm, min welat dît, mezelê bavê xwe paç kir, ava ç’emê Mûradê avîte ser ç’evê xwe, ser şêmîka mala xweye xirabe rûniştim, têr giryam, hizreta xwe hilda û hatim. Nha dixwazin bikujin, dixwazin sax-sax têkin ç’el, ez natirsim… Û tu tiştekî jî wera nabêjim. Hûnê ç’ermê min rakin, çi jê bikin? Ç’ermê min kevn bûye, rizîye, kêrî tiştekî naê. Ez tu tiştekî jî wera nabêjim…

          Ser wan gilya Arşo Samêryan lez ji cîê xwe rabû, gihîşte Arakêl:

          - Dêmek, wî cûreyî, tu naxwazî bêjî, erê, qaçax, — ewî kire qîrîn û kulma xwe ser Arakêlda hejand.

          - Belê, ez nabêjim…

          - Naxwazî? – Arşo Samêryan kire qîrîn û çiqas qewata wî hebû bi kulmê li sifetê Arakêl xist.

          Slêstçîê mayîn ew girtin, bi hêrs, bi ûrisî çend gilî hevra gotin. Arakêl rehet cîê xweda rûniştî bû. Wextê lêdanê jî ewî serê xweyî giran neda alîkî. Her tenê nha rengê wî çûbû û kûraya ç’evê wîda dîsa ew bengzê sar û eks bû.

          Bi ecêbmayî li slêstçîê sereke dinihêrî. Ker’ bû, cîê xweda sekinî bû. Paşê lêvê wî hejyan, usa hêdî xeberda, wekî ancax dihate bihîstinê, û rast li ç’evê Samêryane korevişkî dinihêrî.

          - Eferim! Te sehet xweş! Merîfeteke te mayîn jî heye? Nîşan bide, xercke, em bibînin…

          Kesereke kûr rahişt û bi hemdê xwe pirsî:

          - Tu ermenîyî yanê zivtyê tirkanî?

          - Gelekî xeber nede, yanê na, — Arşo Samêryan bi dengê xweyî zirav kire qîjîn.

          - Yanê na çi? Tê li minxî? Ê, lêxe! Vêderê zaro jî dikare minxe. Qewata te çiye, wekî çi min bike? Tu weke ç’ivîkekêyî. Wekî te têkim nava lepê xwe, ezê te bihincirînim…

          Pencerêra roê dîsa dakuta hundur. Dibe hetanî wê deqê derva ewrayî bû. Nha ezman bûbû sayî. Arakêl pencê roê nihêrî û hêsa bîna xwe kişand. Ji pencerê pirtî ezmanê sayî dihate kivşê, lê Arakêl fikra xweda temamya ezman didît. Fikra xweda usa jî deştêd fire bi tevê tijî didîtin. Çayîrada garan diç’êryan, hîre-hîra hespa bû, gelyada vizîna bê bû, berpala ç’ya pez kito-kito bûbû diç’êrya, şivên bilûrê dixist.

          Lê nha ketye kîderê: xewne yanê rastîye?

          Slêstşya bi hêrs hevra ûrisî xeber didan. Ewî tu tişt fem nedikir. Zûr bûbû, dêrî bûbû, dîna xwe dida pencê roê, ku ser pola dilîstin, emrê derva texmîn dikir, emrê li deşta, ç’ya, vî û wî alî Erez, şimal û cenûba dinya ji hevdu başqekirî. Çi bûbû, çûbû, îdî venegerya, çira ewqasî dikizirî, xweda dişewitî. Nha çi dibe, bira bibe. Paşî mirinê ne çerçere heye, ne jî tirs û saw, lema jî çira xwera guna bikî, tiştê rast derew bêjî, tiştê derew rastî bêjî, her tenê derd ew derde, wekî Aram û Tîgran xayîn hesab nekin…

          Nava van hersê mehada eva cara ewlin nîbû, wekî ewî Aram û Tîgran bîr danîn. Usa bîr danî, çawa bavê ji malê dûrketî ewledê xwe bîr tîne, û qet nedifikirî, wekî kirina wî dikare zyanê bide wan. Ew çi tiştekî xirab dewletêra dike, wekî bîra welatê xwe dike, wekî diçe bibîne?.. Her tenê nha fikirî, wekî ew gişkê bona ewledêd wî xirab bin, wê gelekî xirab bin. Nha, paşî lêdana ewî Arşo Samêryanî. Ê, çi dibe, bira bibe, gur bavê xweyî!..

          Slêstçî rabûne şipya. Yê cahil got, wekî îro slêstîkirinê paşda dêxin, wê sibê bikin. Ew herdu esker hatine hundur, kîjana Arakêl anîbûne vira. Nha hatine paşda bibin.

          Temamya şevê Arakêl xewn didîtin. Vê carê gişk tevayî – cimet, hukumet, peya, ereba, hespa, avtoa – çûne welêt. Traktot hatine. Pey xwe dûkî zirav dihêlin, deşta Elaşgirê radikin, xetê reş li rex dirêjaya kenarê Arasanîê, nêzîkî çîçxana weldigerînin, berêd kîjanaye hûr îdî sor bûne. Besta şînra qûjînya maşînaye, diçin-tên, rê didine hev… Ewî jî şivdara xwe daye ser milê xwe, ji girê Dîtaka wan berjêr dibe, diçe bestê. Kerê pezê qerqaş li berpala ç’îê kito-kito bûye, diç’êre. Beran gişk xemilandine, temezî û rîşî li qoç’ê wanda darda kirine, pişt û netika berana bi rengê sor, kesk, qîç’ik reng kirine. Keç’ika cêr dane ser milê xwe, jorda tên û distirên. Arakêl ji gir pêberjêr dibe, bin pîê wîda gul û kulîlk, jorê ezmanê ç’îkî-sayî. Hewêda teyrede distirên, peya dibin, tên ser milê wî, ser serê wî datînin, dikine ç’ile-vil, ser sûretê wî dilîzin. Û nişkêva eskerêd sîlihkirî wêda tên. Kevotk difirin, dûr dikevin, Arakêl dixwaze xwe piş zinêrda veşêre, lê îdî derenge. Hema ewe, wê gullê berî wîdin, bikujin. Na, ne eskerin. Komsomolin, Aram û Tîgran dane pêşya wan. Şa dibin, bavê xwe hemêz dikin. Distirên, vî alî, wî alî milê bavêye rastê û ç’epê girtine, berbi Dîtakê dibin. Na, ne kurê wîne jî, du eskerin, tiving serra girtine, ew girtine, dibine Dîtakê. Eva jî mala rîspîê gund, merivekî kinik ji wê malê dertê, kulma xwe ser Arakêlda dihejîne. “Ezê postê te bigrom, qaçax, tu kuda direvyayî?” Arşo Samêryane hatye Dîtakê, vêderê jî ew gerekê Arakêl slêstî bike. “Ç’ermê min kevn bûye, rizîye, ç’ermê min çî werane?” – Arakêl dibêje. Samêryan dixwaze li wîxe, ew cahil destê wî digre, nahêle. Û dibêje Arakêl: “Slêstîkirin îro kuta bû…”

          Gava Arakêl ç’evê xwe vekirin, qulka girtyada îdî ronkayî bû. Çiqas jî girtya dixwest pê zanibin, wekî slêstîkirina duh çawa derbaz bû, ewî bi cabêd xweva tu kes neda razîkirinê. “Dipirsin – tu çawa çûyî, çawa hatî? Min jî got ha çûm, ha jî hatim. Çira çûyî? Min bîra welêt kiribû, çûm, min dît, hatim”.

          - Bawer kirin? – jê dipirsin.

          - Gunê wan stûê wan, bawer nakin, bira bawer nekin…

          Arakêl tişt venedişart. Tu tiştekî wîyî dizîkava tunebû, wekî ji dinê veşarta, tenê kêfa wî tunebû bigota, dilê wî nedixwest ç’îrokê bêje.

          Bû ç’irînya derê qulikê.

          - Arakêl Êloyan, derê derva.

          Dîsa ew esker bûn. Dîsa bi wê rê birin. Arakêl pêpelînga hesab dike. Pêncî çar pêpelîng. Dîsa ew otaxe. Cî nîşanî Arakêl didin rûnê. Rûdinê, dîsa papaxê xwe dide ser çoka xweye pînekirî. Nişkêva serkar tê hundur, slêstçyara tevayî Arakêl jî radibe.

          Serkar selamê dide hersêka jî.

          - Rûnên, rûnên!

          Mînanî duh şa nîne. Ew îro usa li Arakêl dinihêre, tê bêjî cara ewline dibîne.

          - Arakêl Êloyan!

          - Belê!

          - Duh te xistine, Êloyan?

          - Belê.

          - Tu nha derheqa meda çi difikirî?

          - Qurba, ezê çi bikim, — Arakêl got û nişkêva hêsir ser pirç’a ser ç’evê wîra hatin, — çi îzna min heye tiştekî bifikirin? Ez merîkî bêhişî nexwendîme. Ez timê kutame û wê heta-hetayê jî bikutin, çimkî ez ji kirina xwe fem nakim, lê kutan û ç’êr nemerivayîye, merîfet nîne…

          Serkar xwe ker kiribû, difikirî.

          - Êloyan, ez hatime tera bêjim, wekî bibaxşînî, gelekî bibaxşînî…

          - Tu çi gunekarî, qurba, tu merivekî mezinî, tu merîkî ax’ayî, kê ji te bixeyîde – bêhişe…

          - Ez ne ax’ame, ez jî kurê merîkî mînanî teme, — serkar got.

          - Tu bi xeysetê xweva ax’ayî, qurba…

          Slêstçî û serkar kenyan.

          - Kê hurmeta te ket, tu îdî wî nabînî. Min çi ji te hîvî kiribû, van hevalara şiroveke. Pak?

          - Ser ç’evê min…

          Serkar çû. Slêstçya îzn dan, wekî Arakêl cix’arê bikişîne. Ewî çend qulap lêdan, dîsa mînanî duh bi eşq, çawa libûjanê Miksê serhatya dînikê Sasûnê û Tlol          [1] Davît digotin, ewî usa destbi serhatya xweye nivcî kir:

          “… Şeve kine, rêye dirêje, rabe, Arakêl, — ewî dengî ji ezman yanê nava ruhê minda bû, got, û ez rabûme şipya…”

          Arakêl rabû û dora xwe nihêrî. Hela nîvê şevê tunebû. Dinya ker’ bû, edilî, tu deng, hisek tunebû. Teê bigota qewateke batinî wî pêşda, berbi kenerê Araks dev dide. Deng emir dikir: “Here, Arakêl, here!” Nêzîkî Araks bû. Tu kesekî ew nedîtibû. Şeve edilî bû. Ser qûma sar rûnişt, li ç’yaê nava dûmana spî nihêrî. Erez distira, bin şewqa hîvêda dibiriqî. “Nha eva ronaya ketye nava ç’emê meyî Arasanî, Mûradê me jî”, — Arakêl duşurmîş bû û fikra xweda ew dinya wî alî – ç’ya, dîsa ew denge, ku nava ruhê wî yanê jî ezmana dihate bihîstinê, kete guhê wî, emir kir rabe û Erez derbazbe. Wî hew zanibû, wekî jorda bi hezara ç’ev mînanî steyrika li wî dinihêrin. Rabû şipya, bi kincava kete nava ç’êm. Ewî zanibû, wekî vî heyamê salê delav kîderêye. Ava sar avîte hetanî qayşa wî, sizîke sar kete dilê wî. Îdî nedibû paşda vegerya. Ewî av qelaşt û gihîşte orta ç’êm. Deqekê sekinî, dora xwe nihêrî. Teê bigota ketye be’ra zîvîn. Dora wî her tişt dibiriqî, wereq dida. Merî gerekê ji nîvê rê venegere. Av qelaşt û guhîşte wî alî, destê xwe avîte şînayê û derkete ser erdê. Şînayî paç kir. Hevekî wêda eskerê tirke sînorxweykir agir dadabûn, dorê rûniştibûn, xeber didan û xwe dixurandin. Arakêl ew dîtin û neditirsya, li wan dinihêrî û difikirî: “Dêmek, ev eskerê hane gurîne nha xweyê welatê mene?..” Şelê xwe êxist, rind guvaşt û xwekir, rabû. Şivdare li dêst, serê ç’yaê ronayî li ber ç’eva, berbi wandera livya. Dîtak û Vank, dûrana Êlaşgirê û ç’yaê Npatê, hûn kune, Arakêl tê cem we ber zyaretê!

          Wî deşta Surmelîê jî nas dikir, her gund û şênlikek, her zevî û bax’ek, tamek û erqek nas dikir. Dinya razayî bû, merî razayî bûn, tenê gur û debeê hişyar bûne. Lê Arakêl ji wan neditirsya, her tenê hetanî bigihîje ç’ya rastî merya neê. Ryara nediçû, rex gundara derbaz dibû, lê ewqasî ji wana dûr, wekî kelb neewtine merîê xerîb. Îsal gîha bol bû, nîvê deşta xike-xalî bû. Arakêl nava gîhêda unda dibû. Carna disekinî, guh dida ser denga. Dinya ker bû, ba jî ketibû. Îdir alîê ç’epê ma, gundê Blûrê alîê rastê. Gundada tu agirek û pêlasûk nedihate kivşê. Yareb, nha kê gundê Blûrêda dimîne, kê ketye mala Torgomya, Ax’acanya… Blûr gundekî mezin bû, merîne baş wêderê diman. Gava ewana Elaşgirê mihacir bûn, hatine vî alî, ermenîê Blûrê malêd mihacirêd xwe nav hevda bela kirin, malê xwe vala kirin, wekî wan xweykin, xêr-bereketa bax’ û baxçê xwe didane ber mihacira, digotin hildin, bixun. Nan, av kirin, ermenîêd bê cî-sitar xweykirin. Û paşê ew jî bûne mihacir, mihacirara tevayî revîn, derbazî vî alî Erez bûn… Hey gidî dinya, ha!.. Û nha Arakêl nava gîhêda rûniştî li gundê Blûrêyî dûtemirîyî razayî dinihêrî. Avayê duqate bi dîwarê gewr dûrva dihatne kivşê, darêd rewaqêd wane mînanî kirdinaka dûrva bin îşiqa hîvêda spî dikirin. Lênihêrî, kire axîn, hemû merîê qenc bîr anî, wekî vî gundîda diman, rehme ruhê meryara xwest, yê saxra jî  saxî-silametî xwest û rya xweda çû. Cara mayîn ber gundê Elîê Qemer sekinî. Bîr anî, wekî wî gundîda navê yekî Xaçatûr bû, xwexwa merîkî xwendî, bejnbilind, ç’evne reşe gir lê, hate pêşya karvanê mihacira û bi ereba nan da gişka. Kete bîra wî, wekî wî çaxî birê Hoxanê Dîtakêyî biç’ûk – Tîgran nexweş ser erebê bû, miribû. Şîn û girî kete nava wan. Û ew merîê qulixê padşêda jî girya û ber dilê Hoxanda hat. Nha gelo ew merîê maqûl li kuye? Gundê Elîê Qemer jî mînanî Blûrê ker bû. Teê bigota hemû gundê li berpêşa ç’ya vala bûn. Tenê car-cara, dûrva dengê kelba dihat. “Arakêl, şeve kine, rya te dirêje”, — dîsa dengê nas hate bihîstinê û Arakêl li ç’ya nihêrî. Rohilatêda steyrika sibê li piş ç’ya derket û nava ç’evê Arakêlda birq veda.

          Vê carê çû, qet bîna xwe nestend. Îdî xwe dabû berpala ç’ya û hildikşya. Welat hişyar dibû. Bû ç’îve-ç’îva ç’ivîka, steyrik li ezmana xeyîrîn. Arakêl ç’evê xwe ji serê ç’ya nedibirî û pêşda dilivya, lê xwe nedida alîê rya Gêdûkê. Sibe safî dibû, Îdir û Blûr dihatine kivşê. Piş xweva zivirî, li bestê nihêrî. Sya Araratê ketibû ser gunda, ji mala dûkî zirav hildikşya ezmîn. Gerekê nesekinya û nenihêrya, dîsa livya, wekî ji cîê merya dûrbe, wekî bigihîje serê ç’ya. Araratê topa roê ser pişta xwe xweyî dikir, nedihîşt, wekî zû hilkişe ezmîn. Nha jî deştêda teve, lê sya ç’yaê mezin ketye ser ç’ya, ku ji rohilatê destpê dibin û digihîjne roavaê.

          Arakêl hey hildikşya. Û ecêbmayî dima, wekî serê van ç’yaê ewqas şîn obe tunene, van pêşê ç’yaye şînda kerîê pêz naç’êrin. Dha rind, ji qezyaê dûre. Gihîşte serê ç’ya. Wêderê teze sekinî, bîna xwe stend û xaç kişand. Xwe ser şivdarêda avît û alîê welêt nihêrî. Nha ku bîr tîne, xwexwa xwezila xwe ç’evê xwe tîne. Gundê Arasanêyî li pêşa ç’îê cîwarbûyî dihate kivşê, deşta Korûnê û Mûsûnêye şîn bin tevêda dibiriqîn, ç’emê biç’ûk, ku nava wêra derbaz dibû, wereq dida. Ç’ya û gelya şîn dikirin, ezman sayî bû, hewa temiz. Vî alî dinihêrî, Erez dihate kivşê, wekî mînanî k’êrê deşt kiribû du cya. Herdu alya jî welat bû, wî alî mezelêd pêşîêd wî û bavê wî bûn, vî alî kurêd wî Aram û Tîgran, kulfeta wî, milet û Ermenîstan bûn. Nha ew orta herduada maye. Evî çi kir, hate ku? Ser vê yekê dilê Arakêl tijî bû. Ser kevirekî rûnişt, şivdar kire orta lingê xwe, herdu desta serê xwe girt û têr girya. “Terî bikeve erdê, ezê şûnda herim”, — ew fikirî û hema wêderê, serê zinar rûniştî xewra çû. Wexta hişyar bû, esr bû. Birçî bû. Dora xwe nihêrî, sipinga navnêrî hebû. Çinî, xwar. Tirşo çinî, kire devê xwe, pêberjêrî wî alî bû, ser gîhê velezya. Dûrva, alîê Masîsêda bû qirç’e-qirç’a gulla û êpêce wext kişand. Saw kete dilê Arakêl. Ew çi qirç’e-qirç’ bû? Sifte fikirî, wekî êlê kurdane, kerîê hev direvînin. Dibe talan birine, xweyî dixwazin bi şer talanê xwe raşda vegerînin. Lê ewqasî dirêj nedikirine şer. Hetanî berêvarê dengê gulla dihat. Nha Arakêl li cenûbê dinihêrî, dilê wî dişewitî, li şmalê dinihêrî ruhê wî agir pê diket. Nha rêêd herdu alya jî dadayî bûn. Tenê bû, kilamek got û dîsa dilê wî tevîhev bû. Hêsa bû û qirar kir: “Ne axir ez hatime, gerekê hetanî kutasîê herim”. Hema çawa terî kete erdê, Arakêl ji ç’ya peyayî rasta û gelya bû. Temamya şevê nava ç’ya û gelîê nasra çû, bin îşiqa hîvêda dûrva li gundê nas nihêrî, kevirêd xaç û dîwarê zyaretêd, ku tenê sekinîbûn, paç kir. Teze sibe safî dibû, gava gelîkî biç’ûkda nişkêva kelbêd dir ji alîê ç’epê û rastê hatnê. Hema wî çaxî jî Arakêl dengê merya bihîst. Arakêl bi şivdarê xwe ji kelba xweyî kir hetanî xweyê wan berda hatin, ku ji sêrî hetanî linga rind sîlihkirî bûn. Sifte ji her alîkî gêlî du merî hatin, paşê ji her alîkî komek bîst-bîstpênc merivê sîlihkirî, şe’r dora kolozê xwe girêda bûn, ebê rîs xwekiribûn, kurdê torine qemere cahile serxwe. Arakêl cîê xweda sekinî, destê xwe hilbirî jor. Hatin nêzîk bûn, her yek ji wana êjdahek.

          - Ti kîyî, kuda diçî?..

          Arakêl xwe şaş kir.

          - Tu kîyî, — kurdekî bi bejn-bal, ç’ev û bijangê gir, bi patrondaşa, simêlê qailme reşe dirêj lê, pirsî, — tu kîyî, tu çawa hatî van ç’ya û kuda diçî?

          - Merîkî belengazim, — Arakêl got, — diçime gundê me, ezî ji Dutax’ême…

          Kurda gundê wanî Dîtakêra Dutax’ digotin.

          - Ji kîjan gundîyî? – kurd bi ecêbmayî jê pirsî.

          - Ji gundê Dutax’ême, olamê mala Qasimê Zîlanîme…

          Ew xebera Arakêl nîvcî ma. Ew kurdê, ku pirs dikir, û yêd mayîn zikê xwe girtin, usa kenyan, wekî ji kenê wan zime-zim kete wan ç’ya û gelya.

          - Ay, merîê derewîn, ay merîê bêabûr!..

          Tûka Arakêl dêvda zya bû.

          - Divêjî, wekî olamê Qasimê Zîlanîê Dutax’êyî?..

          Û dîsa kenyan.

          - Wî bibin bisekitînin, — ewî kurdî emrî ser yê mayîn kir. – Bisekitînin û cendekê wî jî bavêjin ber deba…

          Dakutane ser Arakêl, milê wî girtin û kaş kirin birin kûraya gêlî. Serkar bi çîta komekdarê xwe jorda dinihêrî, wekî wê çawa nenasê xweveşartî bikujin. Nişkêva kire fîtîn. Sekinîn. Serkar ser kevirekî rûnişt, komekdarêd wî dorê.

          - Ewî kûç’kî bînin vira, — ewî emir kir.

          Arakêl paşda anîn.

          - Bêje, tu kîyî, çî te van ç’ya ketye?.. Tu nizanî, teyr bi teyrtya xwe, me’r bi me’rtya xwe van alya kivş nabin… Tirka çiqas pere dane te, wekî bêy van alya û wanra gilya bibî? Bêje hela min tu çetle-çetle nekirîyî, tu kîyî, ji kîderêyî?..

          - Welle, bille, tille, wekî hersê jî navê Xwedêne, ez ji Dutax’ême, — Arakêl cab da.

          Ser vî gilîyî bû şîrqînya qamçîê serkar, serê wî dax’ kir. Teê bigota jorda agir ser Arakêlda barî.

          - Qelpê nepak, alçax, tu navê Xwedê derew sond dixuyî, erê?.. Olamê mala Qasimê Zîlanîye! – paşî lêdanê serkar hêrs got. — Kelbê mînanî te ber derê Qasimê Zîlanî tunebûne…

          Û dîsa hîre-hîra temamya komêye, dikene. Her yekî wan esabek.

          - Tu kîyî, kûç’ko?

          Arakêl qirar kir, çi dixwaze bira bibe, rastîê bêje. Fem kir, wekî ev mala Qasimê Zîlanî nas dikin û hema ji xebera pêşinda derewa wî girtine.

          - Bihêlin, ez bêjim, wê şûnda hûn zanin – dixwazin bikujin, dixwazin pirtî-pirtîkin, — Arakêl hîvî kir. – Ez ermenîme, ji Ermenîstanê hatime, wekî welatê xwe bibînim, rastîê ez ji Dudax’ême. Min gelekî nanê mala Qasimê Zîlanî xwarye. Û eva ezmanê heq şedebe, ez nha diçime Dutax’ê…

          Kurda bi ecêbmayî li Arakêl dinihêrîn. Serkar rabû, kire fîtîn. Herdu alîê gêlîda komêd syara hatine kivşê û baê-bezê hatine cem serkar. Sifte kurdekî porê wî spî, ne ahil, ne jî cahil ji hespê peya bû.

          - Apo, tu evî merivî nas dikî? – serkar pirsî û Arakêl nîşan kirê. — Rind lê binihêre, apo, dibe bê bîra te…

          Kurdê rûspî qemerî bilindî qutam rind li Arakêl nihêrî. Lênihêrî û bi desta ç’evê xwe girt, xwest bîne bîra xwe.

          - Merîf! – Arakêl kelogirî kire gazî. – Wey, ez qurbana teme, Merîf can…

          Merîf ç’evê xwe vekirin.

          - Arakêl?.. Ç’evê min min naxapînin, tu Arakêlî?..

          - Ez Arakêlim, Merîf can…

          Merîf kurê Qasimê gundîê wanî Bêrdakêyî ortê bû, lê serkarê komê, kurê birê wîyî mezin bû, nevîê Qasim, navê wî Nado.

          Merîf xwe avîte pêsîra Arakêl, kêleka xwe ser qeyê da rûniştandinê.

          - De, Arakêl, bêje, bê tu anî, bagerê tu anî? Ev çi ecêbê tu anî van dera? Ev çi ecêbe…

          - Hizretê ez anîm, Merîf can, — Arakêl got, — hizret mînanî agir dilê merya dişewitîne…

          Merîf komêra got, wekî Arakêl kîye. Nado baxşandin xwest, wekî bi qamçî li wî daye. Pêra-pêra melhem danîn ser sifetê Arakêl, ji enya wî hetanî çenê dewsa qamçî werimî bû û şîn bûbû. Teê bigota ji bin erdê dertên, ji her alya merivê tezeye sîlihkirî dihatin, ker’-ker’ nava koma dora Arakêlda rûdniştin. Fem kirin, wekî Arakêl ji rya dûr hatye, nha birçîye, bi emrê Nado ser erdê sifra ç’erm vekirin û penêr, toraq, zex’mê qawirmêye mezin, hêtê berxa ji hevanê xwe derxistin.

          Merîf ji Arakêl pirs-pirsyar dikir, wekî ji malêd ermenyaye nas kî heye, kî tune. Arakêl derheqa emrê xwe, paşî wê yekê, wekî destê wan ji weten bû, çiqasî geryan-çerçirîn, derheqa mirinê û bûyînêda şirovedikir û ji sedî zêdetir kurdê sîlihkirî ker’-ker’ guh didane wî. Hespê gemkirî serê xwe berjêr kiribûn, dora komê sekinî bûn û kelbêd terikîye, ku dora xweyê xweye sîlihkirî ketibûn, wan jî dibihîstin. Wana jî nha bi bengzekî pak li Arakêl dinihêrîn, poşman bûbûn, wekî wextê sifte rastî wî hatine, xwestine wî pirtî-pirtî bikin.

 


                    [1] Tlol – kurîziman.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>