My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


HIZRET. SERÊ SISYA

 

 

HIZRET

                     

                     

SERÊ SISYA

                     

                                          

          Sedrê serwêrtya Ermenîstanêye dewletêye seyasetîê kabînêta xweda rûniştibû û bêsebir hîvya slêstçya bû. Ewî gerekê hema nha mefaê slêstîkirina Arakêl Êloyane ewlin bi nivîsara dizîva elamî serekê xweyî Pişkavkazê bikira. Ewê yekê sedir û hemû dewsgirtîê wî gelekî ecêbmayî dihîştin, wekî ew merivê, ku hidûdê dewletê teribandye, tevî şerê kurdêd Tûrkîaêye şorişger bûye, çira rezadilya xwe vegerya Ermenîstana Şêwrê. Dixwestin tê derxin, wekî çi fikreke fêlbazîê nava wê kirina wîda heye, wî çi nêt heye xebatçîêd bêqezyabûna dewletê bixalifîne. Jorê melûmetî dabûn, wekî Êloyan pevgirêdana xwe agêntêd cesûsya Anglîaêra girêdaye. Gelo wê li hev bê hûrgilî wan pevgirêdana bidne ferihkirinê, hevalêd Êloyane mayîn jî bibînin? Ne axir merivê, ku tiştê usava mijûl dibe, tenê nîne?

          Slêstçî derengî diketin, çiqas diçû, ewqas tabetî nedikete sedir. Zû-zû li sehetê dinihêrî, cix’are ser cix’arê vêdixist, her yekê tenê qulapek lêdida, digirt davîte kozîdangê. Ewî bêtabet nîbû. Hetanî guhîştina dereca sedrê şêwra cumhuryetêye dewletêye seyasetîê ewî gelek qulixêd hê mezin kiribûn. Ew ne şaşbûn bû, ne jî tevhevbûn, lê bêsebirya sinetçîê pêşekzan bû, pêşekzan, ku hiz dike xebata xwe sehetekê zû û baş kuta bike û hêrs dibe, gava tembeçî wî dilezînin.

          Hertim jî xwestinêd tembeçî li sinetkar xweş naên. Ha bikin, ha bidrûn, ewqasî fire, ewqasî dirêj… Vêderê jî dîsa ew yeke. Texmîn heye, jorda elam dikin wekî cesûsya Anglîaêra girêdayî bûye û emir dikin – hemû hûrgilya bidne ferihkirinê. Pirsa lape mezin jorê safîkirî hesab dibe, şuxulê wan dimîne tenê “hûrgilya” bidne ferihkirinê. Ew Arakêl çiqasî gotî cêribandî û binva bûya, wekî ji vî alî Araks pevgirêdana xwe û cesûsya Anglîaê bikra yek û paşê jî ew bi xwe biçûya cem wan. Ew Arakêlê nexwendîyî qorixçî, kurekî kîjanî firqeçî bû, yê dinê jî uzvê (endamê) komsomola, mekteba firqêda hîn dibû.

          Sedir tu kesekîra nedigot, wekî ser van pirsa şikbere, û bi hewaskarîke mezin hîvya gotinêd ewî gundîê ecêbî ewlinî bû.

          Hersê slêstçî jî papkê kax’eza bin milada hevra hatine hundur. “Vêtêranê” kinikî, jarikî zerîn, vêtêranê şuxulê slêstîkirinê, digotin, wekî hela salêd şerê bajarvanîêda Kavkaza Şmalêda quluxêd usada xebitye û hizdikir xwera bêje “vêtêran”, dabû pêşîê û bi gavêd sivike çapik dihat. Û her cara, gava rastî çetnaya dihat, ji wan wedê derbazbûyî êpîzodek şirovedikir, ya ku îzbat dikir, wekî ew şaş nabe.

          Sedir bi desta nîşan da, wekî rûnên. Hevekî ji îstola sedre nivîsarê wêda rûniştin. Bêy pirskirinê jî dihate kivşê, wekî mefaê slêstîkirina ewlin ew nedane razîkirinê. Lê dîsa sedir emir kir, wekî xeberdin.

          - Guhê min li weye…

          Ewî qotê papîrosê kire ber diranê xwe, cût, û ew nîşana wê yekê bû, ku dixwest rehet bê kivşê.

          “Vêtêran” xeberda:

          - Tu tiştekî xwe mukur naê… Yanê evseneye, yanê jî gelekî fêlbaz û binvane…

          - Bi fikra te – ji wan herdua kîjane?..

          - Bona wê yekê wede bidin. Carekê sala 1919-a Kîslovodskêda mûjîkekî          [1] hevtê salî anîne cem min…

          Sedir ber gilîê wîda hat:

          - Hûn careke mayîn wan serhatya şirovekin. Nha caba pirsa min bidin – Êloyan evseneye yanê fêlbaz?

          - Ez nha nikarim cabê bidim, lê şikberim, wekî fêlbaze, — “vêtêran” cab da. – Ewî mûjîkî jî dixwest mînanî vî bikira, lê hema…

          - Ne min got bese, — sedir hevekî bêtewşe ber gilîê wîda hat. “Vêtêranê” kinikî jarik qincilî ser hev, ç’evê wîye biç’ûk lap korda çûn, unda bûn.

          - Hûnê çi bêjin? Ewî gundî evseneye yanê fêlbaze? – sedir ji yê duda pirsî, wekî çêkîstekî          [2] serxwe, navmilfire, sifetê wî tijî, bengzê wî jî rem dihate kivşê.

          - Bi texmîna min, ew ne evseneye, ne jî fêlbaze.

          - Lê çîye?

          - Merîkî gundîye.

          - Lê bi fikra te? – sedir ji slêstçîê sisya pirsî, ku berç’evk ber ç’eva bûn, bengzê întêlîgênta pê diket, hemdî xwe cîê xweda rûniştibû û temenê xweda ne cahil, ne kal bû.

          - Rastîê gotî, ez hevekî tev-hevim. Ew merivê nexwendî têderxistinoke, bona min…

          - Lê bivê-nevê, çi dibêje, çira çûbû Tûrkîaê, şev hidûd teribandibû?

          “Vêtêran” dîsa kêflû bû:

          - Tiştê usa dibêje, wekî kenê mirîşka kelandî tê.

          Sedir xwe zevt kir, vebeşirî, xwest laqirdya bike:

          - Lê kenê dîkê mînanî te naê?..

          - Lê naê? – bona sedir xweş bê, “vêtêran” bi xwe jî kenya.

          - Çi dibêje, çira revye?

          - Dibê, min bîra wetenê xwe kiribû, çûm, min dît û hatim.

          Sedir bi tel bebeşirî.

          - Merîkî ewqasî aqilbaze, yanê qerfê xwe me dike?

          - Qerfê xwe dike. Ezê hela wî bidme xeberdanê, carekê dênşçîkekî          [3] ofîsêrê          [4] gvardîa spî Vladîkavkazêda anîbûn cem min…

          Sedir vê carê jî nehîşt, wekî ew gilîê xwe kuta bike:

          - Êloyan bînin vira, — emir kir, rabû şipya û kincê xwe rast kirin. Herdu slêstçîê mayîn çilqas kirin, çûne derva, “vêtêran” cîê xweda rûniştî ma. Sedir otaxêda diçû-dihat û wî nedinihêrî, guh nedida wî. Lê ewî şirovedikir, wekî çawa berdestîê zapitê gvardîa spî slêstî kirye, xayîntîke çiqase mezin hatye dîharkirinê, emrê Sêrgo Orconîkîdzê û Sêrgêy Kîrov xilaz kirye.

          Sedrê serwêrta cumhuryetêye dewletêye seyasetîê sekinî û bi teherekî, bi bengzekî sar gelek wext li “vêtêran” nihêrî, hêdîka, bi hemdî xwe gotê:

          - Rastîê! Emrê şorişê wê çawa bibya, wekî tu, Arşo Samêryan, û ez, Haykaz Şavarşyan tunebûna?..

          - Laqirdya dikî? – Arşo Samêryan got. Wekî nha, gava tenê bûn, dikaribû dha aza xeberda, çimkî ew û sedir nasê kevn bûn û emirda jî çaxê hevra bûn. Tenê van axirya ew hevekî qure bûye, gava gihîştye dereca komîsarê cimetîê, bûye byûrokrat.

          - Laqirdya dikî? – ewî pirsa xwe wekiland.

          Sedir dîsa vebeşirî.

          - Rast dibêjim.

          - Van axirya ez nizanim, kîjan gilîê te raste, kîjan laqirdîye…

          - Kî gunekare, ji hev bibijêre, — sedir cab da. – Ez jî dibînim, wekî tu hinek tişta ji hev başqe nakî…

          - Pire… — Samêryan kire qarîn, — tu çi dibêjî,,,

          - Rast dibêjim.

          Ser vî gilîyî slêstçya Arakêl Êloyan anîne hundur. Yekî qutî-qalim, serxwe, çarix lingda û papaxekî kevn li sêrî. Ewî ecêbmayî der-dorê xwe dinihêrî. Ser bengzê wî nedihate kivşê, wekî fêlbaze. Gunekarê dewletê şa bibû. Gava ew ji şêmîkê derbaz bû û hate orta otaxê, kumê xwe derxist û bi temamya cendekê xweyî mînanî hirç’ê ber sedir temene bû. Wê şûnda dîsa dora xwe nihêrî, dît, wekî ew mêrikê wêda rûniştî nase, wîra vebeşirî. Emir kirin, wekî ew jî rûnê. Hilşya ser kursî, papax danî ser çokê xwe.

          - Serkarê lapî mezine, — slêstçîê cahilî serxwe guhê wîda kire piste-pist, bi serê xwe sedir nîşan daê, ku zûr bûbû li Arakêl dinihêrî.

          - Dêmek, Arakêl Êloyan tuyî? – sedir pirsî û bengzê xwe xweş kir.

          Arakêl jî nizanî bona çi şabû, vebeşirî:

          - Belê, dêmek, ezim Arakêl Êloyan.

          - Tu çi merivî?

          - Merîkî rêncberî gundîme, çi merîme…

          - Tu bûyî daşnak yanê hinçakyan?

          - Na, qurba, nebûme. Kurê birê min, Manûk, hinçakyan bû.

          - Ew Manûk kîderê dimîne? Cara kutasîê te ew kengê dîtye?

          - Manûk nha tune. Wextê şerê Npatê Manûk girtin, sultan ew bire Erzurumê, dardakir.

          - Ew kengê bû?

          - Bîstpênc-sî salî pêşda bû. Kilam jî heye.

          - Çi kilam?

          - Derheqa wî şerîda.

          - Tu xeberê kilamê zanî? Hela bêje, em bibihên.

          - Zanim, çira nizanim.

          Û ew kuxya, destê xweyî rastê da ber guhê xwe û bi dengekî ketî destbi kilamê kir:

           

          Sala hezar nesid çara temam bû,

          Komeke hinçaka ji sînor derbaz bû,

          Miqabilî eşîreta celalya top bû…

           

          Sedir û slêstçya ecêbmayî li hev nihêrîn û kenyan.

          - Tenê xebera bêje, tenê xebera, — sedir ew da seknandinê.

          - Xeber tenê naêne gotinê, kilame…

          “Vêtêran” kete ortê:

          - Oro, bibihê, te çi xwe dewsa dûraka          [5] danye?

          Sedir ç’evê xwe wî cinû kir û bi ûrisî gotê:

          - Надо вести себя прилично!          [6]

          Arakêl fem kir, wekî rûê wîda wan qulixçya hevra gilîê sar gotin.

          - Artîstîê dike, hevalê Haykaz Şavarşyan, fêlbazya dike. Ez ne Arşo Samêryanbim, hergê şaş dibim.

          - Çi jî biqewime, tuê dîsa Arşo Samêryan bimînî, — sedir got û vegerya ser Arakêl. – Dêmek, ew sala 1904-a bû.

          Arakêl bi qirafetê xweyî beyanî bi simêl û burîêd xweye ji dûê titûnê zerbûyî, bi destê xweye mezin, pêç’îêd qalim, bi bengzê xweyî gundyayî tirsyayî qet ne mînanî wî gundîê fêlbaz û binva bû, ku Samêryan fikra xweda texmîn dikir. Ew ne jî mînanî wî “merîê ecêb” bû, ku slêstçîê berç’evk ber ç’eva û bi bengzê întêlîgênta xalifandibû. “Dêmek, polkovnîk Laûrênsê ermenî eve?” – sedir fikirî û ser wê himberîkirinê kenya. Laûrêns her cara dilqê xwe neguhast, hey dibû şêxê ereba, hey carna dibû dewrêşê fariza, hey carna cahilê Êvropaêyî esilzade. Gelo Arakêl Êloyanê dilê xweyî sax nha bona merya bixapîne ketye dilqê gundîê ermenya, gelo bengzekî wîyî mayîn, qerafetekî wîyî mayîn, neynesîke wîye mayîn jî heye, kincê cûrekî mayîn jî dikare xweke, dewsa evî papaxê peritî şlyape dayne serê xwe, dewsa van çarixa solêd baş pêke?

          Paşî navbirîke êpêce serkar mînanî nasê berê Arakêlra kenya û jê pirsî:

          - Arakêl Êloyan, tu çend salîyî?

          - Çend salîme?

          - Belê.

          - Şerê Têr-X’ûkasovda, wekî derew neê, min horîk dajot, donzdeh-sêzdeh salî hebûm.

          Serkar fikra xweda tiştek hesab kir.

          - Dêmek, tu nha 65-66 salîyî?

          - Belê.

          - Wêderê, wetenê xweda, te çi dikir?

          - Qorixçî bûm.

          - Paşî mihacirbûnê, vî gundîda?

          - Dîsa qorixçîme.

          - Nha jî?

          - Nha jî hûdame, cem we rûniştîme, vêderême. Nha jî hêsîrê weme…

          Dîsa êpêce wext xwe ker kirin.

          Papaxê Arakêl ji ser çoka kete erdê. Kûz bû, hilda, bi teherekî li sedir nihêrî, hemdî xwe vebeşirî.

          - Arakêl Êloyan, — dîsa sedir destpê kir.

          - Belê, — Arakêl cab da.

          - Ez ji te hîvî dikim, wekî caba hemû pirsê me rast bidî, hergê dixwazî azabî, hergê derheqa kurê xweda difikirî. Ne xwezil bi te, Arakêl Êloyan, wekî bicêribînî bixapînî.

          - Hergê ez derewa bikim, heval can, bira xêrê-waê nebînim, bibim para gura û deva…

          - Ay, em hevra ha jî pevkevin. Tu qayîlî?

          - Qayîlim.

          - De, nha bêje – kê tu şandî Tûrkîaê?.. Ji caba vê pirsê wê bê kivşê, wekî tu merîkî rastgoyî yanê na. Kê tu şandin Tûrkîaê?

          Arakêl serkar nihêrî, fikirî, kesereke kûr rahişt.

          - Kê ez şandim?..

          - Belê…

          - Dilê min… dilê min minra got: here, Arakêl, welatê xwe bibîne, were. Gunekar dilê mine…

          - Apê Arakêl!

          - Ha, qurba!

          - Min nexapîne, apê Arakêl!

          - Hezar şerm min û eslê minra, hergê te dixapînim…

          - Tu çira çûyî Tûrkîaê?

          - Min bîra welêt kiribû.

          - Bona wê yekê diçin?

          - Diçin.

          - Lê yê mayîn çira neçûn, tu çûyî?

          - Dilê min siste… dilê yê mayîn qewîne…

          - Lê tu çira vegeryayî?

          - Miletê min vêderêye, mala min vêderêye. Ermenîstan nha vêderêye…

          - Wekî Ermenîstan vêderêye, çî te wêderê ketibû? – sedir pirsî.

          - Dilê minra bêje, kurba…

          - Merî bi aqilê xwe gerekê şuxul bikin yanê bi dilê xwe?

          - Xwendin û zanîna min tune, dilê min heye, wekî gilî-gotina fem nake… Wekî bîra tiştekî bike, wê dînbe, wekî dînbû, wê zagûna û hidûda bîr bike…

          Sedir her gilîkî wî dibihîst, rind dîna xwe dida her guhastineke ser bengzê wî, hejandinê wî.

          - Gerekê wî hizretê bîr bikin, — ewî bi cûrê şîreta, teê bigota bona cêribandinê, hemdî xwe got.

          - Naê bîrkirinê, — Arakêl bi bawerbûn û pêra-pêra caba wî da.

          - Dibe tu bîr nekî, lê kurê te, silsileta teze wê bîr bike.

          Kesereke kûr hate Arakêl.

          - Bawer nakim. Hizret mînanî antêxê binê xwelya tendûrêye. Te tirê temirye, naê kivşê. Tendûr sar bûye. Lê wexta xwelîê bidî alîkî, antêxê bê kivşê, bişuxule… Antêx natemire, dimîne. Agir heqîye, nemirîye… Hizret jî mînanî agir natemire. Silsileta teze şîne, xange, hetanî şîne, koka wê jî şile, wekî bigihîje, sorbe wê tî bibe. Hizret agire, tîbûne.

          Sedir ber gilîê wîda nehat. Û Arakêl xeber dida. Tu wexta ewî ewqasî xebernedabû.

          Nha ewî kela dilê xweyî bi deha sala tijîbûyî vala dikir. Gava xêlekê ker bûn, Arakêl ji sedir pirsî:

          - Tê bibaxşînî, heval! Tu ji kîderêyî?

          Sedir vebeşirî û teê bigota dibaxşîne: “nha jî ew min slêstî dike…”.

          - Dê-bavê min ji Êrzurumêne.

          - Ay, — Arakêl ecêbmayî ma, — Elaşgira me dikeve nava wilayeta Erzurumê… Tu ji Erzurumêyî? Ez qurbana ava Erzurumêye Bîngolême. Lê tu bîra kanîêd Bîngolê nakî, qurba?..

          Sedir xwe ker kiribû, cix’are dikişand, difikirî. Dihate kivşê, Arakêl hukumî ser wî kiribû.

          - Tu dipirsî, wekî ez çira şûnda vegeryam hatim? – Arakêl gilîê xwe pêşda bir, vê carê hîvya pirsê nema. – Kurdêd nasê min elam kirin, wekî merivê hukumeta Kemal digerin, ku min bigrin. Gotin, Stalîn Kemalra gotye, tê Arakêl bidî, bide, nadî – şerê min tera şere… Min ku ew bes bihîst, min go, çira bona min bibe şer, xûn bê rêtinê, û zû rabûm hatim… Ez gerekê vegeryama, lê gava ew bes bihîst, rojekê zû hatim…

          Arakêl ker bû, çokê xwe qewîn gihande hev.

          Sedir û slêstçya gelek wext hevra ûrisî xeber didan. Arakêl usa bi hewaskarî dibihîst, teê bigota fem dike. Gelekî xeberdan, paşê sedir gotê:

          - Apê Arakêl, ez emrî ser te dikim, wekî te wêderê çi dîtye, bihîstye, rastî kê hatî, derheqa çida te xeberdaye, çûyî kîderê, derheqa gişkada, hemûşkada şiroveke, wekî ev heval binivîsin. Tu qayîlî?..

          Arakêl rabû, bi bejna xweye bêtewşe careke mayîn ber sedir temene bû. Teê bigota, ç’evê wî tije bûbûn, lêvêd wîye reş dilerizîn.

          - Rûnê, rûnê! Dêmek, qayîlî? T’u tiştekî bîrnekî, t’u tiştekî nehêlî. Tu gilî didî?

          - Ez soz jî didim, hizdikî sond jî bixum, qurba…

          - De, nha herin…

          Arakêl jî slêstçyara rabû, teê bigota pêşîêda hîn kirine. Sedir nêzîkî Arakêl bû, destê xwe dirêj kirê, destê wî guvaşt û wî tirê destê kevirî yê merivê kevirî bi destê xwe girtye.

           


                    [1] Mûjîk (bi rûsî) – gundî.

                    [2] Çêkîst (bi rûsî) – xebatçîê Komîtêa Bêqezyabûnê.

                    [3] Dênşçîk – berdestîê zapita.

                    [4] Ofîsêr  – zapit.

                    [5] Dûrak (bi rûsî) – evsene, kêmaqil.

                    [6] — Xwe maqûlî xweyke!

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>