My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


HIZRET. SERÊ DUDA

 

 

HIZRET

                     

                     

SERÊ DUDA

                     

                     
          Paşî vê yekê çend roja şûnda, hela ro derneketibû, ji mehela gundê jêrin bû qîre-qîra Senemê. Cînara, kê kinc xwe xwekirî, kê teze xwekirin, berbi mala Arakêl revîn. Çiqas diçû, Senemê dha zîz dikire qare-qar, dengê wê digihîşte malêd perê gunde lape dûr.

          Ew gundê mezinî li rex Erez temam ser hev, bin hevra çû. Gund-gundîtî, kal, zar, jin, mêr ber derê Arakêl berev bûn. Senemê vê carê dinivat û peyê Arakêl dida, şîna undabûna wî dikir.

          - Ez qurbana ruhê teyî zêryayîbim, Arakêl can!..

          “Can” dirêj dibû, dirêj dibû, dibû gujînya wî, ser banara difirî, mînanî caba nebixêrîê dikete hewşa, zaro ji xewê hişyar dikirin. Û çiqas diçû, ewqas dha gelek cimet ber derê wê malê, ku qezya hatibû sêrî, berev dibû.

          - Çi hate serê te, Arakêl can? Ev çi yek bû te anî serê me, Arakêl?

          Lê rastîê, çi qewimî bû?

          Senemê dinivat û şirovedikir:

          - Êvarê Arakêl tunebû. Min got qey çûye derva bîna wî derê… Şev ez rabûm, min nihêrî, tune… Berbangê nihêrî, tune… Tune, Arakêl tune… Mala me xirab kir, kêranê me şkênand, Arakêl!

          Aram ser dêda hêrs dibû, wekî ker’be, digote cimetê, wekî herin, belabim. Lê ne Senem ker’ dibû, ne jî cimet bela dibû. Lê hela serda dha gelek meriv dihatin, heta ji perê gunde lape dûr jî. Bi emrê Aram çend merî revîn çûn hemû alîê gund, der-dorê wî nihêrîn. Ne axir xeysetê Arakêl bû, wekî şevê jî here deşta. Tu ser-beratê wî nedîtin, vegeryan. Ew lawik jî vegeryan, ku Aram şandibûne gundêd cînar binihêrin, çika bavê wî bîrde neçûbû mala qîza xweye mêrkirî. Kî zane, ketye hişê wî, şivdara xwe hildaye, şev lêdaye, çûye cem qîzê. Wêderê jî nîbû. Qîzê gotibû, wekî eva salek heye, ku bavê wê berbi wan neçûye.

          Ji girî û şînê îdî bîna Senemê diçikya. Aram, xulese, pê anî nîvê cimetê şande deştê, ku pembu berevkin; merîê mezin serê xwe kirin ber xwe, hewşêda man. Aram nha ser koka dara ber dêrî rûniştibû, li ku hertim bavê wî rûdinişt, destê xwe dabû ber cênîkê xwe û difikirî. Rex wî Mûşêx’ê Vankê rûniştibû, ker-ker qelna xwe dikişand.

          Fikra tu kesîra derbaz nedibû, wekî çi wê hatibe serê Arakêl. Texmînkirin ewqasî dûrî hiş û sewda bûn, wekî tu kesî ew bilind nedigotin: dibe şev deba deştêda ew bela-belayî kiribin, dibe kuştibin yanê dibe xwe avîtibe Erez? Lê kîjan gur û keftarî dikaribûn Arakêlê qorixçî bela-belayî bikrana, çira ew gerekê bikuştana, Arakêlê belengaz kêra çi kiribû, Erez jî çawa dikaribû ew bixeniqanda, Erezê, ku van rojêd payîzêda ava wî kêm bûbû, bûbû delav, deng û his jê nedihat.

          - Lê pak, kuda çû, çi hate sêrî? – Mûşêx’ê kal got, dûê titûna “qulîserê” berî nava simêl û bijangê zerbûyî da. – Kuda unda bû? Merî jî undabe, merî ne çope, ne derzîye, têl û bensamîye. Meryê çawa unda bibe?

          Evan gilîê heyfanînêye zelûlî kela Senemê hê rakirin. Pê pêşa dêrê xwe ewê ç’evê xwe girtin, dîsa nivat û şîna bextê Arakêl kir.

          - Bise, inê, bise! – Aram îdî ber xwe neda, hêrs bû. Wî hew zanibû, wekî miqabilî wî xayîntîk teşkîl kirine, ku ev Mûşêx’ê kal, wekî wa bêsûc-bêsûc xeber dide, û dya wî, wekî wa nava gundekîda şînê dike, haj pê hene, ne axir carê mayîn jî bavê wî tu gilîk yekîra nedigot, diçû gundekî mayîn û du-sê roja şûnda vedigerya. Vê carê çira wa destbi şîn û girî bû?

          Çawa caba gotina kur dê dîsa nivat:

          - Îsafa te çawa hiltîne, bêxwedê, we çira bavê xwe ji mal derxist, berî ç’ya û çola da, kurê bêîsaf, ewledê bêxwedê!

          - Sebirke, Senem, sebirke, — Mûşêx’ kete ortê, — ew çi gilîne dibêjî Aram… Aram çi gunekare?..

          Meriv ker-lal bela dibûn û hema ji mala Arakêl dûrdiketin, destpê dikirin xeber didan, texmîn dikirin:

          - Xwe avîtye Erez, çi dixwazin bêjin…

          - Erê, welle, xwe avîtye.

          - Na canim, Arakêl naxeniqe, çûye ç’îê…

          - Ç’elekê, erqekêda razaye, hela hevt ro, hevt şeva jî gere razê.

          - Mînanî Mêlîkê Misrê.

          - Carekê welêtda deştêda xewa wî tê, radizê, hişyar dibe, dibîne nîvê şevêye, ezman tijî sterikin. Dibê, bira sibe safîbe, ezê rabim. Carekê jî hişyar dibe, dinihêre, wekî hela sibe safî nebûye, dîsa radizê. Hevt ro, hevt şeva: rojê radizê, şev hişyar dibe… Dîsa ç’elekêda bin tûmekêda razaye… Hela gerekê şeş ro, şeş şeva jî razê.

          - Çûye alîê Sêvanê bibe gavan yanê jî qorixçî, vêderê şerm dikir, kurê wî sedir bû…

          - Tu çi zanî, kuro?

          - Ez zanim, wekî dibêjim… Vêderê ber xwe diket, bîna wî dima…

          Eva texmîna han, wekî nêzîkî aqila bû, pêra-pêra gundda bela bû, kete dev-dirana, mezin bû. Gava Arakêl gotye, ez çawa bikim, wekî kurê min sedre, kur cîê xweda, ez cîê xweda. “Ez nikarim, — gotye, — bin sya kurê xweda bijîm, ez gerekê gopalê xwe hildim, herim deştê, bibim qorixçî yanê gavan. Vêderê bona hurmeta kurê min xirabe, ezê herim cîkî mayîn, wekî min nas nekin…”

          Û gopalê xwe hildaye, serê xwe hildaye, çûye, hey gidî, Arakêl, hey!..

          Xwexwa serhatya bi fikra xweda hûnayî bawer dikirin, du-sê seheta şûnda îdî zêde dikirin, wekî yekî nêzîkî Êcmîazînê Arakêl dîtye û Arakêl hîvî, reca kirye, wekî gundda tu tiştekî nebêjin. Yekî mayînra jî gotye, wekî diçe Êcmîazînê ber dêrê û wêderê gerekê bibe xulamê katox’îkosê ermenya, her tenê kurê wî pê nehesin, hêrs nekevin.

          Her yekî xwera tiştek serda zêde dikir û bi vî teherî, nava rojekêda ç’îrokeke tame-temame bi şax’ dixuliqî û mezin dibû. Ew ç’îrokê hetanî êvarê dha mezin û zêde bûbûya, wekî nişkêva sînorxweykirêd syarî tijî gund nebûna. Çar esker û du qumandar ber derê şêwra gund peya bûn, gazî Aram û firqeçîêd gunde mayîn kirin.

          Lêgênda hûnayî kete avê. Nha gerekê ya teze pêşda bihata. Û rastîê jî, nîv sehetê şûnda caba nebixêrîêye teze gundda bela bû – Arakêl Erez derbaz bûye, revye çûye welêt.

          Ew îdî ne ç’îrok bû, ne jî lêgênd. Sînorxweykira rêç’a Arakêl dîtibûn. Vî alîê Erez tizbîê dendikê şivtelaye têlê şmakirîra dîtibûn. Ew tizbîê Arakêl bûn, gişka ew nas dikirin.

          Kesek hîvya vê caba nebixêrîê nîbû û ewê gişk dêrî kirin û tirsandin.

          Her kes kete mala xwe, wekî tevî gilî-gotina nebe, kesekîra nebêje, wekî ser çî texmînêye, fikra xelqê nebihê û fikra xwe jî xelqêra nebêje.

          Ew gundê rex kenarê Erez seqirî. Bawer bikî ji hemû gundê “welêt” mihacir vêderê sala hezar nesid hîjde-bîstî berev bûbûn bi wê gumanê, wekî “çûyîna welêt” wê hebe û ewê berî gişka Erez derbazbin, erebê wane dutekere wê berî gişka li ser rêêd nas têkne ç’ire-ç’ir. Rastîê, eva gunda gêjgerînga tereza û zarava bû: her mehelek dinyak bû, wekî gelek sala bengz û rengê xwe xweyî dikir. Nha îdî gişk bûbûne yek, cûrekî. Ew merîê, ku berî hatina vêderê hevdu nas nedikirin, vêderê bûbûn merîê hev, serdewetî û xizm, pismamê hev. Îdî cîê bûyîna xwe bîr kiribûn, navê gundê teze didan, lê gundda dewsa femîla bi navê gundê kevn gazî hevdu dikirin – Vahanê Korûnsê, Arsênê Mûsûnê, Mûşêx’ê Vankê…

          Ahila herro welatê xwe bîr danîn, lê ditirsyan xeberdana, çimkî orta dewletada dostî hebû, kê ku derheqa çûyînê û gumanêda xeberda, didane mehkemê û gunekar dikirin.

          Lê tu were binihêre yekî wê sînora dewleta teribandye, “çûye welêt”…

          - Wey Arakêl, Arakêl! – kala, ku malê xweda derî ser xwe girtibûn, digotin, serê xwe dihejandin û zor didane qelina. – Tu çawa çûyî cem tirkê xûnxur, Arakêlê malxirab!

          Sînorxweykir ji gund dûrketin, Aramê sedir û Senem jî xwera birin. Gundî ji malê xwe derketin, soqaqada berev bûn, ser kêran û darê ber dîwara rûniştin.

          - Arakêlê evsene, te çi kir? – Mûşêx’ê Vankê ber xweda kire mirte-mirt, — dibe rûê teda şikê bibne ser Aramê belengaz…

          - Wê şikê jî bibin ser, ji qulixê jî derxin, — yekî mayîn, ku rex Mûşêx’ê Vankê rûniştibû, got. – A, vêderê gotine, wekî evsenekî kevirek avîte gêlî, hezar aqilbenda nikarbûn derxistana. Navê kurê xweyî wezîr-wekîl xirab kir…

          - Dibe Arakêl çelqyaye, — yekî sisya fikreke ha got.

          Û destbi hucet û qalme-qalmeke teze bû. Geleka bawer dikir, wekî Arakêl çelqyaye. Ne axir bêy wê yekê jî aqil ewqasî jî rind cîê xweda rûneniştibû. Merîê aqil wê rabe û here cem tirka, mal û cîê xwe, jin, zarê xwe bihêle û bibe xayîn?

          Eva yeka Yênokê Ozmê, ku kêleka Mûşêx’ê Vankê, ser qote dar rûniştibû, got…

          Mûşêx’ qelin ji devê xwe derxist û bi ecêbmayî li musuletçîê xwe nihêrî. Ewî xwe zevt kir, bi dengekî hêsayî nerm pirsî:

          - Tu çi zanî çûye cem tirka, Kolot          [1] Yênok, tu çi zanî xayîntî kirye?..

          - Lê çira Erez derbaz bûye, çûye wî alî?..

          - Tu çi zanî derbaz bûye? Wekî derbaz bûbe jî, çî terane?

          Kurê Kolot Yênokê Ozmê, wekî cahilê mayînra tevayî pêşberî kala sekinî bû û guh dida wan, bi fêlbazî vebeşirî û pirsî:

          - Xalê Mûşêx’, wekî, bi fikra te, Arakêl ne xayîne, ne cesûsê tirkane, lê çîye, bolşêvîke?..

          Kalê reng avît:

          - Arakêl yaşê bavê tera bû, lao, — ewî got, — persenga devê xwe zanibe… Ez bavê tera xeber didim, tera xeber nadim, Şîl          [2] Garê.

          Garê ji wan gilya xeyîdî, xwest cabê bide, lê bavê wî rabû, şîrqîn lê anî, sîlek da kurê xweyî bîstpênc salîyî firqeçî, ji orta gund dûrxist.

          Garê tenê carekê piş xweva zivirî û gef li kalê xwarin:

          - Ezê paşê tera xeberdim!

          Herdu kurê Mûşêx’ rabûne ortê. Yê mezin got:

          - Were em nha xeberdin…

          Mûşêx’ ji ser koka darê rabû.

          - Em herne malê, lao, ji şera dûrbin…

          Êvarê eskerê sînorxweykir hatin, Mûşêx’ê Vankê jî ji mal derxistin, birin.

          Ew jî cabeke nebixêrîêye teze bû, wekî qet nedihate bawerkirinê û lema jî dha bi saw bû.

          Rojtira mayîn kurê Mûşêx’ gef li kurê Yênokê Ozmê, Garê, dixwarin, ku jêra digotin Şîl Garê, çimkî ç’evekî wî şaş bû. Bona girtina bavê xwe wana paşî şerê duh Garê gunekar hesab dikirin. Qewm-pismamê Garê jî, wekî gundda hindik nîbûn, pişta wî sekinî bûn. Ewana dilê xweda hela şa bûbûn, wekî ha qewimye, difikirîn, wekî nha, wexta Aram ji sedirtîê derxin, Garê wê bibe sedir, dîwana gundê wê bikeve destê ozmêya û arç’êşya.

          Çend roja ser hev gund wayî netebitî bû. Aram, dya wî û Mûşêx’ê Vankê biribûne Yêrêvanê.

          Kal îdî dernediketne soqaqa, ser kêrana rûnediniştin û berê xwe nedidane tevê. Çend cahilê, ku nêzîkî Aram û Tîgran bûn, mirûzkirî soqaqara diçûn, desta mayîn, hevalê Garê, eşq û şa bûn.

          Merîê sere eva yeka didîtin û fem dikirin, serê xwe dihejandin.

          - Wey, Arakêlê bêhiş, wey! Eva dijminatî û tevrabûna han gişk rûê teda bû, Arakêl!..

          Qewmandin pey hev, nişkêva, yek ji yekê ecêbtir diqewimîn.

          Çend roja şûnda Mûşêx’ê Vankê ji şeher vegerya. Ker-lal soqaqêd gundra derbaz bû, tu yekîra negot selam, sivaxêra te, qet der-dorê xwe jî nenihêrî. Gihîşte mala xwe, çû hundur, qet guh neda şabûna neferê malê, hevtêkê ser hev ji mal derneket. Kê dihate cem û tiştek jê dipirsî, caba wan nedida: tiştekî nizane, tiştekî haj pê tune, bi şuxulê xwe çûbû Yêrêvanê, nha vegeryaye hatye. Gişka jî zanibû, wekî wî cûreyî nîne, lê dengê xwe nedikirin.

          Evê fesalya Mûşêx’ serhatya Arakêl dha dikire tiştekî batinî.

          Şîl Garê, wekî şeleke galîfê xwekiribû, hevalê xwera tevayî temamya rojê ber derê nivîsxana şêwra gund disekinî, digo, xeber dida, dikenya. Kêf nedigihîşte kêfa wî. Qe çi bêjî derheqa Arakêlda nedigotin. Merya nikaribû tê derxista, çika kîjan laqirdîye: digotin, ji Erez derbazbûye, hilkişyaye pêşa Masîsê, tevî koma Cezoê kurdî eyan bûye, gund û şeherê Surmalîê talan dike, kanêd Kox’bêye xuê hildişîne, garana ji Bazîdê dibe Erzurumê, ji Erzurumê dibe Basê, ji Basê dibe Elaşgirê. Xêrnexaza digotin, xeber didan, dikenyan, xêrxaza xwe ker’î dadanîn. Lêgênd dihate hûnandinê, fire dibû, mezin dibû.

          Aram û dya wî jî ji şeher hatin. Melûl bûn. Wana jî mînanî Mûşêx’ caba pirsa yekî nedidan. Aram sê roja nehate nivîsxanê, lê zimanê Senemê dêvda hişk bûbû. Tîgran jî ji Yêrêvanê vegerya gund. Digotin, ew ji mekteba firqê û ji komsomolîê derxistine. Tiştekî laqirdîye – bavê wî ji Ermenîstana Şêwrêye sosîalîstîê revye çûye Romê, wê kurê wî nava komsomolada bihêlin, mekteba firqêda bihêlin? Hela tiştekî ecêb ewe, wekî hetanî nha destê xwe nedane Aram, bilêta firqê û mora şêwra gund hela cêba wîdanin.

          Lê ay qezya hate serê Aram jî. Katibê komîtêa nehîê, sedrê komşuxulkirinê, wekîlê komîtêa qeza Êcmîazînê, çend serkarêd mayîn temamya komîsîakê hate gundê li kenarê Erez. Bû civata firqeçyaye dizîkava. Civatê ji berêvarê hetanî nîvê şevê kişand. Civate derîdadayî bû, lê usa bilind-bilind xeber didan, wekî dengê wan soqaqêda dibihîstin. Xêrxaz û xêrnexaz ber dîwara sekinî bûn, guh didanê. Gişka jî gelekî dixwest zanibin, wekî civatê çi qirarke. “Hergê mirîyî, gor bi gorbî, Arakêl, hergê saxî – pişta te bişkê. Qe na zyan negihîje kurê aqile kemal, yazixa Aram û Tîgran!”

          Destberbangê civat kuta bû, û hela sibe safî nebûbû, lê gund-gundîtî haj qirarê wê hebûn. Aram ji qulixa sedrê şêwra gund û ji firqê derxistibûn. Katibê komnehîê gotibû: “Tu firqeçî bûyî û te dijmin mala xweda xweyî dikir, bavê teyî helal dijminê dîwana şêwrê bû, nha em çawa te cêrgê firqa bolşêvîkada bihêlin?” Digotin, Aram jî bin gilîê wanda nemaye: “Bavê min dijmin nîbû, — gotye, — bavê min gundîkî belengazî amin bûye, lê tenê merîkî nexwendî bûye. Bavê min nerevye Romê, xwe avîtye Erez…”

          Xwe avîtye Erez. Ay tera gilî! Dibe rastîê xwe avîtibe Erez, xeniqîbe. Cîê Ereze gelekî kûr hene, lê payîzê ava wî kêm dibe, zelal dibe.

          Xulese, Aram derxistibûn. Kurê Kolot Yênok – Garê kivş kiribûn sedrê şêwra gund hetanî bijartin dibin…

          Şebeqêra tevayî şabûn kete mala geleka û şîn û girî jî kete mala geleka.

          - Wey, Arakêl, wey, te çawa dinê tevîhev kir!..

          Yê usa digotin gundê xwe “dinya” hesab dikirin. Lê ne wan, ne jî Arakêl, wekî nha eyan nîbû kuye, nizanibû, wekî bajarêd, ku wî gundê kenarê Erez gelekî dûr bûn, merivêd mezin, ku serkarî dewleta dikirin, nha şuxulê gundîê Elaşgirêyî Dîtakê – Arakêlê qorixçîva mijûlin, wî Arakêlî, ku gundîê wan hesab dikirin çawa kêmaqil, qerfê xwe papaxê wîyî kevnî rût û çarixê wî dikirin.

          Moskvaêda nha wezîrê şuxulêd cumhuryeta Tûrkîaêye der, mezinaya wî maqulra beyanneme dihate nivîsarê. Nava beyannemêda gilî-gotinêd undabûna Arakêl dihatne nivîsarê û ji hukumeta Tûrkîaêye cînar hîvî dikirin anegorî filan, bêvan peyman û qayîlbûnêd nivîsarê, ku orta herdu dewletada hene, Arakêl Hakobî Êloyan bigrin û teslîmî hukumeta Tifaqa Cumuryetêd Sovêtîêye Sosîalîstîê bikin bona wî cabdarkin seba wan gunekarîêd wî, ku ber zagûnê kirye. Dîplomatê, ku beyanneme qol kiribû, guman elam dikir, wekî hukumeta Tûrkîaêye dost wê her tiştî bike bona xwestina hukumeta Şêwrê bide razîkirinê, û dinivîsî, wekî gelekî qedrê wezîrê şuxulêd Tûrkîaêyî der digre û hîvya cabêye. Sala 1930, sêntyabr, Moskva.

          Du hevtê derbaz nebûbûn, wezîretya şuxulêd Tûrkîaêye der nava beyannemeda xweye cabdayînêda testîq dikir, wekî beyannema hukumeta Şêwrê stendye, û elam dikir, ku hukumeta cumuryeta Tûrkîaê pêra-pêra mecal qebûl kirin bona ew merîê, ku derheqa wî beyannemêda hatibû nivîsarê, Arakêl Hakobî Êloyan têrîtorîa Tûrkîaêye dewletêda bibînin  û teslîmî hukumeta Şêwrê bikin, lê gera polîsîaê û organêd wezîretya şuxulêd hundure yeko-yeko tu mefyak nedan. Naê kivşê, wekî ev Arakêl Êloyan têrîtorîa Tûrkîaêdane. Nha dîsa nehîêd ser hidûd û cîê mayîn digerin û hergê reç’ bê dîtinê, Arakêlê kurê Hakob Êloyan wê pêra-pêra bê girtinê û wê teslîmî hukumeta Tifaqa Cumuryetêd Sovêtîêye Sosîalîstîê bikin.

          Dîplomatê, ku beyannema Tûrkîaêye cabdayînê qol kiribû, ewî jî bi qedirgirtinêd kûr û rihînî didane kivşê. Sala 1930-î, Anqere.

          Eva caba han tam nehate hesabê, nava kîjanêda şika ne rast hebû derheqa wê yekêda, wekî Arakêl Êloyan hidûdê Tûrkîaê derbaz bûye, beyannemeke teze ji Moskvaê dişînine Anqerê. Derheqa hemû îzbatyada dihate nivîsarê, kîjana bê şik îzbat dikirin, wekî vê sala 1930-î 8-ê sêntyabrê berbangê Arakêlê kurê Akob Êloyan ji filan kenarê ç’emê Erez, li ku av zirave, derbaz bûye wî alî, evan hûrmûrê han hîştine… Derheqa hemû îzbatyada bi hûrgilî dihate nivîsarê û xwestin dihate wekilandinê – Arakêl Êloyan paşda bidin. Û dîsa û dîsa bawerkirinêd qedirgirtina mezinaya wî û yêd mayîn.

          Vê carê caba wezîretya şuxulêd Tûrkîaêye der egle nebû. Ewê îzbatya stendina beyannema şêwrêye duda dida testîqkirinê, elam dikir, wekî hukumeta Tûrkîaêye civata miletîêye mezin mecal efrandine bona ewî Arakêlê kurê Hakob Êloyanê, ku derheqa wîda beyannemêda hatye nivîsarê, bibînin. Gelekî lê geryan û gihîştine hinek açixya. Bi daynêd eseyî hatye îzbatkirinê, wekî eva Arakêl Êloyanê, ku bi nexêrxazî hidûdê Şêwrê-Tûrkîaê teribandye, gava ketye têrîtorîa Tûrkîaê, xwe ta daye, nexwestye teslîmî organêd dewletê bibe, çûye cem şorişgerêd kurde li ç’ya û tevî kirinêd wane eksîhukumetê dibe, kîjan ji alîê împêrîalîstêd Anglîaêda têne xweykirinê. Hukumeta Tûrkîaê şikber nîne, wekî eva Êloyana cesûsya Anglîaêra girêdaye û, dêmek, hesab dibe çawa dijminê herdu welatêd dost. Hukumeta Cumuryeta Tûrkîaê wê hemû mecalê bin qolê xweda bide xebatê, wekî wan komêd kurdaye qaçaxîê bihincirîne û Arakêl Êloyanê, ku gihîştye wan jî, bigre. Derheqa mefaêd kirinêd xweye paşwextîêda hukumeta Cumuryeta Tûrkîaê wê elametîê bide hukumeta Tifaqa şêwrêye dost…

          Û dîsa û dîsa, careke mayîn jî bawerkirinêd qedirgirtina kûr, sondêd dostîê, xwenehêvşandinê û yêd mayîn.

          Wî gundê rex Erezî mezinda qet pirtîkî haj wan beyannema tunebûn, li ku kur û jina Arakêl Êloyan, qewm û pismamêd wî diman. Beyanneme rojnemada nedihatne neşirkirinê, dizîkava dişandin.

          Lê çawa eyane, dinyaêda tu surek namîne.

          Herro besê teze digihîştine gundê rex Araks, yanê hema wî gundîda derheqa Arakêlda gilî derdiketin. Rastîê, ew gihîştye şorişgerêd kurda, wanra tevayî miqabilî hukumeta Tûrkîaê dike şer, wekî xwelîêd ermenya û kurda ji tirka azakin û rex hev Kurdistanê û Ermenîstanê sazkin.

          Arakêlê qorixçî dibû dêmekî seyasetîê, merivekî usa, ku tabetî nedida dewletêd mezin. Lêgênd dikete mala, odada tilol dibû, ji gundekî diçû gundekî din, ji gunda diçû şehera.

          Ew bes Senemê xweş dihatin. Ewê dîsa kincê xweye kevn xwekiribû, qure ji malekê derdiket, diçû ya din, çawa jina haydûkê şehîd. Kurêd Arakêl – Aram û Tîgran – ser van besa ecêbmayî diman, bawer nedikirin, ewqas gilîne nebawerkirinê bûn. Û her dera diwekilandin, wekî ew gilî-gotin gişk derewin, wekî bavê wan Araksda xeniqye. Û dîsa organêd bilinra erze dişandin bona extîyarêd wane firqê bêne seknandinê, îdî nizanibûn, wekî bavê wan heye, dijî û mêrxasê beyannemêd dewletaye.

          Koma Şîl Garê gundda xebateke hêle dikir. Nha eydada Garê derheqa xêr-bereketa şêwrêda xeber dida, kulma xwe dihejand û dikire qare-qar:

          - Emê hemû dijminê sosîalîzmê bihincirînin, berbat bikin…

          Kal bin simêlada dibeşirîn û digotin:

          - Bihincirîne, berbatke, Şîl Garê, emê binihêrin tê bigihîjî kîderê…

          Şev û ro, mala, odada derheqa Arakêlda xeber didan, azayî didane fantazya xwe, yekî bi xweşîê xwe şirovedikir, yekî bi dilêş û kutasîê eciz bûn. Îdî derheqa Arakêlda bîr dikirin, gava ewî dîsa û gişk tevî hev kir. Berfa ewlinra tevayî Arakêl hate gund – dîsa ew şivdara wî dêstda, teê bigota ji kewşena tê, hevt ro, hevt şeva wêderê razaye, rabûye, paşê hatye. Dîsa ew Arakêl bû, dîsa ew papaxê wîyî kevn li sêrî, ew kincê wî bûn, ew çarixê wî bûn. Çawa unda bûbû, usa jî hate dîtinê, lê her tenê teê bigota, bengzê wî qimilî bûbû.

          Hat ser koka dara ber derê mala xwe rûnişt, şivdar danî orta lingê xwe û kîsik derxist “cix’arekê” bipêç’e.

          - Arakêl hatye!..

          - Arakêl hat!..

          - Arakêl!..

          Gimîn, gujîn ji gund hat. Hetanî Senem ji wî perê gund gihîşte mal, hetanî kurê wî ji merkeza nehîê hatin, eskerêd sînorxweykir Garêra tevayî gihîştine mala Arakêl û ew kirine faytona çartekere, birin. Zar û cahil hetanî perê gund pey faytonê direvyan. Wî çaxî sekinîn û paşda zivirîn, wextê eskerê sînorxweykir bi syarî pêşya wan sekinîn û emir kirin, wekî şûnda vegerne gund.

          Dîsa gund tevîhev bû. Geleka ji wan gotina bawer nedikirin.

          - Te bi ç’evê xwe dît? – ji hevdu dipirsîn.

          - Min bi ç’evê xwe dît, ser vî kêranî rûniştibû, titûn dipêç’a…

          - Te jî dît?

          - Min jî dît.

          - Te jî?.. Te jî?..

          - Min jî… min jî… min jî.

          Kê ku nedîtibû, teê bigota temamya dinyakê unda kirye. Ne axir nha ew Arakêlê gundîê wanî qorixçî bûye mêrxasê lêgêndê. Û aha dîsa ew nişkêva hat û mînanî brûskê unda bû.

          Hineka digotin, wekî Arakêl birine cem qumandarê pareskerê sînorxweykira, hinekê mayîn digotin, wekî birine Yêrêvanê, hinek jî bawer bûn, wekî rast birine Moskvaê.

          Sehetekê-duda şûnda têlêgramê bi nivîsara dizîkava ji Yêrêvanê dişandin Tîflîsê – serwêrtya Pişkavkazêye dewletîêye seyasetîê, ji Tîflîsê dişandin Moskvaê – serwêrtya tifaqêye dewletêye seyasetîê, ji Yêrêvanê dişandin Moskvaê – komîsarîata şuxulêd der, ji qumandarya pareskerêd sînorxweykira hin dişandin serwêrtya tifaqêye dewletêye seyasetîê û hin jî komîsarîata şuxulêd der. Û têlêgram gişk derheqa tiştekîda bûn – Arakêl Êloyan ji Tûrkîaê vegeryaye, Arakêl Êloyan hatye dîtinê. Nava hemû têlê têlêgrafîêda navê qorixçîê Dîtakê “Arakêl Êloyan, Arakêl” dikire fîtîn, vizzîn û gujîn…



                    [1] Kolot – kinik.

                    [2] Şîl – şaş.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>