My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


HIZRET. SERÊ YEKÊ

 

 

HIZRET

           

           

SERÊ YEKÊ

           

                      

          Gund li kenarê Araz bû.

          Baharê, gava ç’em radibû, malda rûniştî teê dengê guşînya pêlêd wîye gur, payîza dereng – xuşînya wane nerm bibihîsta. Sibê zû Masîs û ç’yaêd Berdûx’ê ewqas nêzîk û ferih dihatne kivşê, wekî te hew zanibû destê xwe dirêjkêyî tê berpêşa wan mendikê û kulavoka biçinî. Lê ji gişka zeftir Araksa dê û ç’yaêd Ermenîstanê, ku ewqasî nêzîk û ewqasî dûr bûn, wextê hîveronê havîna dha bedew dihatine kivşê.

          Gundda tu kesekî mînanî Arakêlê qorixçî ew bedewî nedidît û tê dernedixist, raste, merî tunebûn, wekî xwe ji wî aqiltir hesab nekirana û qerfê xwe wî nekirana. Dibe, ew bû menî, wekî Arakêl dinyaêda şeş dehsalî û nîv derbazkiribûn jî, lê dibûrî bû, nava meryada xwe ker dikir û hergê gotineke wî hebûya, yanê heywanetra, yanê jî deştada xeber dida. Fikir û mitalêd xwe, derd û birînêd xwe wanra digot. Û, em çi veşêrin, bona wan gişka jî qerfê xwe Arakêl dikirin, digotin “textekî wî kême”.

          Neheq bûn. Arakêl merîkî kêm nîbû. Xeysetê wî usa bû. Tenêbûnê hiz dikir, çolê û deştada, ji merya dûr wî xweş dihat. Temamya emrê xweda ew qorixçî bûye, zevî û çayîr ji sibê hetanî êvarê ji garana xweyî kirye, şivdare dêstda ji bestekê çûye ya mayîn, ji ger, guhêrekê çûye yeke din. Bin zinarada ser şînkaya nêm velezyaye, hêsa bûye, yanê jî ber ç’êm guhê xwe daye ser denga, zûr bûye, li pêlêd avêye zelal nihêrye. Digotin, wekî bavê wî jî, kalkê wî jî qorixçî bûne. Dêmek, hizkirine tebyetê nava cisnê wanda hebûye û gihîştye Arakêl, ew ji kalkê, ji bavê dihat. Û nha, gava ew îdî, çawa gundda digotin, qorixçî nîbû, berxwe diket, eciz dibû. Û dîsa diçû deştê, bi seheta nava zevya digerya, lêdinihêrî, wekî kîderê zevî çawa şîn bûne, ser tûma rûdinişt, dûr dinihêrî, li Masîsa û ç’yaêd Berdûx’ê dinihêrî. Zûr dibû, nava koma ç’yaêd, ku ji rohilatê digihîştine roavaê, wan gunda digerya, ser kîjanara çendik-çend cara ji “welêt” derbazî vira bûye û ji vêderê vegeryaye welêt. Nha welat dûr bû û destê wî nedigihîştê, lê ber ç’evê wî bû. Te tenê dikaribû wan cîê nas binihêrya. Û Arakêl sibê, êvarê, şev, ro lêdinihêrî.

          Şevê havîna ji dest germê ser banê xanya radizan. Dinya çiqas bedew bû! Pencê hîvê nava pêlêd ç’êmda dipişirîn, mînanî bi hezara pirtîê neynika dibiriqîn û şewqa xwe didane ezmên: Masîs ji linga hetanî sêrî ç’île-qerqaş bûn, gihîştibûne ezmên, nêzîk dibûn, rast wî alî Erez, ber ç’evê Arakêl disekinîn. De hergê xweyî dilî, temûl bike! Merîê mayîn ji xebata rojê westyayî kûr radizan, lê Arakêl nikaribû raza. Dîna xwe dida ç’yaêd, ku nava mija rengê şîrda sovekarî dikirin û yek bi yek rêêd, ku ser wan ç’yara derbaz dibûn, şiverê û pêge bîr danîn. Dilê xweda çend hezar cara bi van rya diçû, wî alî ç’yada pêberjêr dibû. Nava şînayî, çayîr-çîmanê gundêd Korûnê û Mûsûnê, rex gundê berpêşa Arsapê, kenarê ç’emêd zîvînra diçû, ç’yaêd nasra hevraz hildikşya, dadikete nava bestêd nas û digihîşte “welêt”, gundê wan, li ku ji zarotya xwe hetanî revê xweyî-xudanê deşt, zevî û çayîra bûye, li ku dengê wî li ç’ya, gelî-geboza guje-guj bûye, merî û heywan, diz û debe ji wî dengî tirsyane û ji besta revyane ç’ya.

          Fikra wîda nha wêderê deşt bêxweyî bûn, xike-xalî, gelî-gebozada tenê gurê birçî dikirine zûkînî, gund bêxweyî, “xirabe” bûn, gîhê beyanî û gezgezkê avayî veşartibûn. Ç’evkanî miç’iqî bûn, kevza şîn xwe avîtibû kurnê ber wan. Arakêl tenê bi vî cûreyî “welatê” xwe texmîn dikir û dilê wî dişewitî, dikizirî. Û tu kesîra tu gilîk nedigot, qet tu tiştek heta kurêd xwe Aram û Tîgranra jî nedigot.

          Aram sedrê şêwra gund bû, bi şuxulêd mezinva mijûl bû. Tîgran katibê “komsomolêd” gund bû. Rojê eyda cahila meydana gundda derheqa dîwana şêwrêda kêlm digotin, wekî cimet ji xezakirinê û xilayê xilaz kir. Bona hurmeta kura yanê ji tirsa wan nha mînanî berê qerfê xwe Arakêl nedikirin. Rastîê gotî, ewî jî ji kurê xwe şerm dikir, ji ewledê xweye helal ditirsya. Guh nedida şuxulê wan, hucet û qalme-qalma gund, lê dizîkava, dilê xweda kubar dibû, wekî ç’ûk û mezin guhdarya Aram dikin, wekî nava cahilada yê lapî ç’evvekirî, dibêjin, Tîgranê wîye. Ber kura dilê xwe venedikir, xeber nedida, îlahî paşî huceteke salekê, duda pêşda. Du sala pêşda mînanî hercar ber dîwêr, ser koka darê rûniştibû û berê xwe dabû tevê, li ç’ya dinihêrî. Kesereke kûr rahişt û xweber hilda xwera got:

          - Wey, hevalê Stalîn, belkî tu jî ji textê xwe bikevî, te çira welatê me tirkara hîştye?..

          Aram bihîst, ser bavêda hêrs bû, gilîê sert gotinê. Êvarê Tîgran jî hate malê. Herdu bira gihîştin hev, çi bêjî negotine bavê. Dê jî pişta kura digirt, hicûmî ser Arakêl dikir.

          Kurê hêrsbûyî bavêra şirovedikirin, wekî kê wan xebera bibihê, wê wî hesab bike çawa merîkî miqabilî dîwana şêwrê û şikê jî bibin ser kurê wî, wekî ew gotin, rastîê, gotinê dijminin û bavê wan jî evsenetya xwe wan gilya diwekilîne.

          Hucet û şer gihîştin wê derecê, wekî Arakêl bona gunê xweyî kirî poşman bû, kurara got, wekî bibaxşîninê.

          - Ez qurba, merîkî nexwendîme. Bibaxşînin bavê xwe… Ew gotin jî ne gotina xelqê bû, ji dilê min derket… Ez ji dîwana şêwrê gelekî razîme, qurba… Wekî rojekê welatê me jî bidne me, ezê jî xwe binivîsim bibim bolşêvîk. Ez ber we sond dixum, qurba, wekî ezê xwe binivîsim…

          Arakêl fem nekir, wekî ewê gotina wîye bêqelpe “ji dil” jî hêrsa kura rakir.

          - Mêrik, tu dijminê kurê xweyî? – jinê serda girt. — Çira tu ji serê xwe der xeber didî? Rast dibêjin, aqilê te kême…

          Hevtêkê zêdetir kura bavêra xeber nedidan. Derva jî tirê tiştekî xwe unda kiribûn û tirsyayî bûn.

          Û ji wê rojêda Arakêl mala xweda jî dengê xwe nedikir. Mînanî berê kurê xwe şa dibû, wanva kubar dibû, lê ber wan dilê xwe venedikir, ditirsya. Lê hertim dilê wî bi şabûn, bi hizret, eşq û girîva tijî dibû. Carê usa mînanî berê diçû deşta, şînkayî û avêra, ezmên, roê, ç’em û ç’yara xeber dida. Mesele, belç’ikê pêqaska navnêrîye şîn digirte xwe, bi nazikayî dipirsî:

          - Tu çira îsal ewqasî kêmî, qurba?.. Sebir bike, gumana xwe nebire, hilbet, ezmanê gunê xwe te bîne û baranê bide te…

          Yanê rex erqê, ku ji Erez derdiketin, rûdinişt, pêlêd wane zelal dinihêrî û xwera xeber dida.

          - Ez zanim, qurba, hûn ji Bîngolê tên… Hevt xwezila min we, wekî hûn ax û şînkayê welêt paçkirine, gelî û deştê mera derbaz bûne… Hênkayî û baê welêt xwera anîne…

          Û bi kulmê av hildiçinî, eac-eac vedixwar yanê ser ç’evê xwe, ku ber germê dişewitîn, ku ewqasî dûr nihêrîbûn û westyayî bûn, can dikir. Û êvarê dereng vedigerya malê, ser koka dara ber dêrî rûdinişt, titûna “qulîser” dikişand û li steyrka dinihêrî. Dîsa ew steyrik bûn, çi ku ewî cahiltya xweda welêtda dîtibûn: dîsa bi wan rêêd ezman dihejyan. Her tenê wêderê ew steyrk dha geş û nêzîk bûn. Vêderê steyrk dha ji welêt dûr û betreng bûn.

          Gelek wext ezmên dinihêrî, dinihêrî, qelin dikişand û difikirî. Paşê, hergê havîn bûya, hildikşya ser xênî, ser piştê vedlezya û gelek wext wî cûreyî dima. Cara kur paşî nîvê şevê dihatne mal, bilind-bilind xeber didan, hevra diketin hucetê. Dê radibû, tiştek dida wan, tiştek dixwarin, û dihat kêleka wî vedlezya, jêra xeber nedida, tiştek jê nedipirsî, çimkî zanibû Arakêl caba pirsa wê nade. Wî cûreyî destberbangê ç’evê wî diçûne ser hev, wekî sibê zû rabe, ç’êlekê û her pênc peza bibe deştê, ji merya dûrkeve, xwexwa tenêbe, tevî ç’êlekê û pêz, deşt û beyarabe.

          Bi vî teherî roj, hevtê, meh, sal derbaz dibûn. Aram zewicî, bûk anîne malê. Salekê şûnda dengê zara sava ji mala Arakêl hat. Tîgran çû şeher bixûne, deştada maşînêd teze hatine kivşê, gundda avayê teze û mekteb çêkirin. Herroj tiştek dihate guhastinê, tiştê mayîn dihate bîrkirinê. Hetanî jina Arakêl jî – inka Senem bi xwestina Aram û bûkê kincê xweye kevn guhastibûn, kincê teze xwekiribûn, wekî ji şeher jêra anîbûn, serê xwe girênedida, serqot digerya. Lê Arakêl dîsa ew Arakêl bû: simêlê qalime sixe gewr, ku herdu alîada diketne dêv, papaxê kevnî li sêrî, wekî welêtda ewî xwera ji postê berxa yekmehî dirûtibû, liba wê dawşya bû, postê berxa rût dihate kivşê, lingada çarix bûn û şivdara qorixçyaye kevn dêstda bû.

          - Sedrê me, Aram, hela nehatibû dinê, wekî Arakêl ew papax dida serê xwe, ew gopal digirte xwe û dadikete deştê, — kala xweşîê xwe pê dikirin.

          Arakêl ew gilî dibihîstin û qet guh nedidaê.

          - Mêrik, şerme, qe na bona hurmeta kurê xwe, wekî gundda wezîr-wekîlin, usa neke, — Senem serda hêrs dibû, dida bawerkirinê, hîvî dikir.

          Lê Arakêl dîsa ew Arakêl bû, ne tiştek ji hebûn-tunebûnê unda dikir, ne jî nava dinya tezebûyîda tiştekî teze didît. Porê wî gewr bûbûn, teê bigota kozî lê reşandine. Lê sermilê wî qewat bûn, mînanî zinara. Arakêlê qorixçî kal dibû, lê kûz nedibû, kevn dibû, lê nedihate şkênandinê, dişewitî, lê nedibû kozî.

          Zûda gişk hînî gundê xweyî tezeyî rex kenarê Erez bûbûn. Zerdele, şivtele û tirî bêcer dikirin, wekî “welêtda” nedîtibûn, bi ekn û rezêd xweva şa dibûn. Nava xebat û xiyalêd tezeda bîr dikirin, wekî vî gundîda cîwar bûn bona nêzîkî welêt bin, cûrê kincaye berê û zaravê xwe bîr dikirin. Arakêl ev gişk didît, xweda dişewitî, wekî wî cûreyîye, lê şikyatê xwe nedikir, nedigazinî: merîê deşt û beyara çi ji dinê fem dike?

          Tenê carekê ber xwe neda, malda bi eks gote jinê:

          - Senem, tu çira xwe nanivîsî, nabî komsomol?..

          Gilîê wî derheqa kincê jinêye tezeda bûn, derheqa wê yekêda bûn, wekî serqot mal bi mal digere, diçe orta gund, pişta kura û bûkê digre. Senema bed fem kir Arakêl çi dibêje û, çawa hercar, deqa wîda daê:

          - Lê roja te reş bûyî, hey, tê jî bêjî min tiştek ji dinê fem kir, ji dinê bêxeber, Arakêlê feqîrî belengaz! Tu hela qerfê xwe xelqê jî dikî, mala te mêrî!

          Bûk kenya, gilîê xwesîê bi dilê wê bûn. Çawa hertim, vê carê jî Arakêl alt bû. Senemê hela gelekî xeberda.

          - Pak, pak, gamêşê min revî, — Arakêl ber xeberdana wêda hat û şivdara xwe hilda. – Here xwe binivîse, kesek destê te nagre…

          Û derket çû. Li ser martanka ç’îve-ç’îva dûmeqeska bû, serê darê zerdela sor bûbûn, mînanî koç’ikê gulover dişewitîn. Hewa temiz bû, mînanî bîlora şûştîye tenik, ç’ya nêzîkî kenarê Araksê bûbûn. Sekinî, nihêrî, kî zane eva çend hezar care dinihêre.

          - Arakêl, çi dinihêrî, — hevalê wîyî êrê, çaxê wîra, Mûşêx’ gazî kirê. – Tu korbî jî nabînî, çira ç’evê xwe dêşînî?

          Arakêl cîê xweda mix bûbû, sekinî bû û bi beşereke tel li Mûşêx’ dinihêrî, wî merivî, hevalê xweyî çendik-çend sala, ji kîjanî bawer dikir, lê amin bû, ber kîjanî ya dilê xweda venedişart, cem kîjanî, gava herdu tenê bûna, ker’ nedima. Mûşêx’ jî welêtda qorixçî bû, ji gundê cînarê wan bû. Wêderê herro rastî hev dihatin, bokoê cehîye sorkirnî, toraq û penêr hevanê xwe derdixistin, bilindcîkî, serê zinarekî rûdiniştin, dixwarin, besta, ku dûr diçû, dinihêrîn, orta kîjanêra ç’emê Mûradê-Arasanîê ermenya dikişya, lê mesîê zerîn nava pêlêd wîda dişûlikîn… Çendik-çend cara ewî û Mûşêx’ê Vankê deştêda tevayî sifre vekirine, çend cara mesîê zer tevayî qelandine û tev li berpêşa ç’yaê Npatê rûniştine û dûrana – zevîêd genime zerbûyî, çayîr-çîmanê şewqvedayî, ku hetanî payîza dereng şîn diman, rengê welêt, ezmanê şînî kûr nihêrîne.

          - Korbî jî, îdî nabînî, — Mûşêx’ bi dilovanî, bi dilêşî wekiland.

          Arakêl kesereke kûr rahişt:

          - Hî, devê te bişkê, Mûşêx’, wekî careke mayîn gilîê usa nebêjî…

          Û herdu ker-ker ji gund der pêşda çûn. Rex hevra diçûn, fikra xweda hevdura xeber didan, cix’are dikişandin û cî-warê weten bîr danîn.

          Payîz bû, deşt zer bûbûn. Ji gund derketin, ser tûmekî rûniştin, berê xwe dane şenûbê. Û herdua jî wê deqê gundêd xwe didîtin: gundê Vankê li pêşa ç’yaê Npatê, Dîtak li ser ç’yaê himber, ji ku deşta Zîravîê dihate kivşê, ku ji pêşa Npatê destpê dibû, berbi roavaê dirêj dibû, diçû nava xumama şînda unda dibû, ew û ezman digihîştine hev. Danîne bîra xwe, wekî çawa ro derdiket, gava sya ç’yaê Npatê dikete ser çayîr-çîmana û pêlêd Arasanîêye zelal, û gava ro diçû ava, wexta bîn-box’a darêd zerdela bestêd şîn û Arasanî hildidan.

          Hetanî terî kete erdê ser tûm rûniştin, û  tu yekî gilîk negot. Çi ku wana wê bigota, deqê rasthatinêye ewlinda îdî hevra gotibûn. Nêzîkî mala Mûşêx’, gava wê ji hevdu biqetyana, Arakêl ber xweda got:

          - Wey, devê te bişkesta, Mûşêx’…

          Ew cabdayîna xeberdana çend sehetaye pêşdaye kutasîê bû.

          Arakêl wê şevê qet rehet raneza. Ber xewa xeber dida, gilîê usa digotin, wekî nedihatine femkirinê, keserê kûr radihiştin. Carekê jî kire qîrîn, bi dengekî usayî zîz, çawa wan roja, gava didît, wekî garan zevîê genim pêpes dikin û ji dengê wî zinge-zing dikete ç’ya û gelya.

          Senemê mêr hişyar kir:

          - Mêrik, çi te qewimî?..

          Arakêl ç’evê xwe mizdan, ç’ep û rast nihêrî, jinê nihêrî.

          - Te çi xewn dît? – jinê dîsa pirsî.

          - Çûbûme welêt, zevî xirab dikirin, hêrsa min rabû…

          - Lê roja te reş bûyî! – Senem kenya. – Tê ewqasî bêjî “welat, welat”, hetanî dikevî dimrî.

          Cara duda, bi fişke-fişk, bi ere-er, Arakêl hişyar bû berbangê.

          - Mêrik, çi hate serê te?..

          Arakêl hêrs bû:

          - Ya, nahêlin merî xewna jî bibîne?

          Şeva mayîn jî şeveke giran bû.

          Senem îdî ditirsya, ber xwe diket.

          - Arakêl, qurba, çi te qewimî?

          Arakêl kincê xwe xwekirin, şivdar hilda û derket derva, ser koka dara ber dêrî rûnişt. Hetanî wan roja qet rojekê Arakêl nedigazinî, wekî xewa wî naê. Çi qewimî, çi bû?

          Arakêl, ku dilê xwera bariş bûbû, bi dengekî rem, hemdê xwe şirovekir:

          - Dilê min dêşe…Welat gazî min dike…

          Senem tirsya. Arakêl nişkêva dîn nebe û bi hizkirin xwe avîte pêsîra mêr.

          - Rabe, Arakêl, rabe here deştê bigere, bira dil-ruhê te hevekî hêsabin…

          Cara ewlin nîbû, wekî Arakêlê qorixçî şivdar dêstda şevê diçû deştê.

          Hêdî ji ser koka darê rabû. Çû.

          Gava îdî ro bilind bû, paşê vegerya malê.

           

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>