My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


KILAMA AŞIQÊ GURC

 

 

KILAMA  AŞIQÊ  GURC

           

           

           

         ашуг Paşî testîqbûna qeydê sovêtîê Pişkavkazêda, sala 1926-a, sêntyabrê, ez cara ewlin ji Êvropaê vedigeryame weten.

          Maşîna rya hesin bi kufe-kuf û qûjîn Batûm hîşt û kenarêd bera Reşe bedewra dişûlikî û bere-bere dikete nava dilê Gurcistanê.

          Ez ber pencerê rûniştibûm û min bi hewas der-dorê xwe dinihêrî. Her tişt min xweş dihat. Min bi hizret li zincîra ç’yaêd, ku berf li serê wan bû, dinihêrî, dixwest heç’êd ç’ûk û mezin bijmêrim, ku çiqas diçûn dibûne qeretû, nava ezmênda mina dibûn.

          Min dîna xwe dida ç’emêd, ku dibiriqîn û orta darêd hêşînra dikişyan û berbi berê dilezandin.

          Avayêd spîye tezeçêkirî demekê ber ç’evê min disekinîn û pêra-pêra nava wedê derbazbûyîda mina dibûn.

          Min guhê xwe dida qisêd gurcêd rêwîye eşq, sewtê kîjana nêzîkî dilê min bûn. Lê yazix, min fikra wan fem nedikir û min xwe gunekar dikir, wekî zimanê cînarê meyî bi qurna hîn nebûme.

          Ez tenê rûniştibûm û bi fikrê ketibûme nava bîranînêd xweye kevn – ez çiqas gurca nas dikim. Ewana yek bi yek têne ber ç’evê min. Kengê û çi qewlada? Nava fikra minda gelek dem têne ber ç’evê min.

          Kitêbêd, ku min derheqa Gurcistanêda xwendine, ketine bîra min. Min efrandinêd, ku ji lîtêratûra gurca xwendine, anîn bîra xwe – romanê Qazbêkîye, ku bîna ç’ya ji wan tê, Pêgasê Barataşvîlîyî baê brûskê, gazîêd Vaja Pşavêlaye mînanî teyra. Min tirê dîsa dengê kilamêd cimeta gurcaye emirtijî ketine guhê min, gava ezî hela lapî cahil kervanserêd rya Gurcistanêye eskerîêda weke deh roja digeryam, wexta ez ji Vladîkavkazê dihatme Tîflîsê. Û dihatne ber ç’evê min qîzêd wan bestêd romantîke gurc, ku ç’evbelek, bejnbilind bûn, reqasa wan jî mînanî meşa karxezalêye sivik bû.

          Paşî neqeba Sûramê aşiqekî korî gerok kete vagona me, sazê xweyî dirêj stûê xweda darda kiribû, çawa kalanê tîr-kevanê cindîê Rûstavêlî.

          Dilê min zerp lêda, gele-gele wext bû min aşiq nedîtibûn, dengê saz neketibû guhê min.

          Cahilekî destê aşiq girtibû. Pêra-pêra cî dane aşiq, rûnişt, saz ji qalib der anî, sîmê wî şidand û lêda. Bi dil, bi germ û gur’ stra. Min hîvî kir û rêwîkî hevalê min fikra kilama aşiq bi ûrisî minra şirovekir:

          “Ez gelekî bêbextim, wekî nikarim bengzê teyî nûr bibînim, Sakartvêloa          [1] mine dê.

          Dibên, ezmanê te ewqasî şîne, çiqasî golêd ç’yaêd meye bilinde fîrûz.

          Nha payîze, mêşê te zêr xwekirine û hemû şiverê bi gultimê zêr hatine wergirtinê.

          Û karxezalêd te, şiverê wereqzerra çing dikin, Sakartvêloa mine bedew.

          Ez nha dengê dilê teyî şa dibihêm, Sakartvêloa mine şîrin. Ez kenê bextewarya te, kilamêd ewledêd teye eşq dibihêm.

          Lênînê azadar zincîrêd padşê qet-qetî kir, bi kîjana dest û pîê te girêda bûn.

          Nha şîn bûyî û te gulvedaye, Sakartvêloa mine aza, nha baxçê teda tijî eşq û şaîye, nha kûpê te tijî şeravin, şanê te tijî hingivê şîrinin, Sakartvêloa mine bextewar.

          Tu nha bûyî eskerekî cahilî egît, Sakartvêloa mine qedîmî. Tu nha hespê baê-brûskê syarî. Te şûrê brûskê hildaye û nha beyraqa sor bilind kirye.

          Îdî kê dikare nan û azaya te ji te bistîne, Sakartvêloa mine egît”.

          Eva kilama dengbêjê cimetê gelekî min xweş hat. Gava paşî çend sala wê demê bîr tînim, dîsa ew şabûn dikeve dilê min, ku evê kilama dilê cimetêyî bêqelp da min.

           

          s.1937-a,

          Yêrêvan.

 


                  [1] Sakartvêlo (bi gurckî) – Gurcistan.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>