My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


LEGLEGÊ HEZNÎ

 

 

LEGLEGÊ  HEZNÎ

           

           

           

 аист2         Ser dara baxçê meye qelemêye bilind, li ku dar ser sê ç’iqla parevebibû, leglegêd nêr û mê hêlîneke mezin û mehkem çêkiribûn. Legleg û cûckêd wan hêsa têda cî dibûn.

          Her bahar, gava qalç’îç’ek derdiketin, ew leglegêd nêr û mê dihatin, per’ê xweye fire ser gund dawdişandin, eşq-eşq dikirne qibe-qib, dihatin ser hêlîna xweye kevn datanîn.

          Hevekî hêsa dibûn, paşê dixebitîn, difirîn, çirpî, telîş, perik didîtin, danîn û hêlîna xwe teze dikirin.

          Wextek derbaz dibû û rojekê jî me didît sê-çar cûcikêd biç’ûk hêlînêda serê xwe dihejandin û bi dengê cahila dikirne qibe-qib.

          Ç’evê me, zara, wan bû, me rind dîna xwe dida her lipitandineke leglega: carna me didît, wekî çawa maka wan, bavê wan ber hevva diçûne deştê, xurek danîn û didane cûcikêd xwe, carna jî me didît, wekî çawa maka wan, bavê wan cicûk didane ser per’ê xwe û hînî firînê dikirin, rast usa, çawa mezinê me em hîn dikirin cîê ç’ême kûrda xwe avêxin.

          Salekê qezyake mezin qewimî. Leglegê bav kêleka hêlînê sekinî bû, dîna xwe dida cûcikêd teze, lê maka wan çûbû cimcimê, wekî yanê tiştekî bixwe, yanê jî cûcikara xurek bîne.

          Ji şeher nêç’îrvan hatibûn. Wan bêîsafa gulle agir kirin û maka belengaz kuştin.

          Ro hate nîvro, mak nehat. Leglegê bav hîvîê ma, lê ew dîsa nehat. Berêvarê firî çû cimcimê, wekî makê bigere.

          Te binihêrya, wekî belengazî çawa per’şkestî xwe avîte ser cendekê leglegê, bi dengekî girî kire qirte-qirt, firî jor, jorda hat, carna bi per’a serê xwe dixist, carna serê xwe erdê hişk dixist… Gava terî kete erdê, ancax xwe gîhande hêlînê, cûcikêd êtîm kirine bin per’ê xwe û xwe ker’ kir.

          Wê şûnda me îdî dengê wî nedibihîst.

          Sibê zû difirî, diçû deştê, kenarê çemê nêzîkî hêlînê, usa dikir, wekî timê ç’evê wî hêlînêbe, xurek berev dikir, danî dida cûcika.

          Gava cûcik fira ketin, bavê tek-tek ew didane ser per’ê xwe û hînî firînê dikir. Cûcik difirîn, diçûne deştê, paşê eşq-eşq vedigeryane hêlîna xwe, dibû ç’ile-vila wan, dora bavê diçûn-dihatin, ew didane şakirinê.

          Payîz hat, û ewana tevayî firîn, çûn.

           

          Bahara mayîn leglegê me tek-tenê vegerya.

          Dîna xwe da hêlînê, paşê çû ser cimcimê danî, wî cî sekinî, li ku jina wî xistibûn. Sekinî, sekinî û dîsa vegerya hat ser hêlîna xwe.

          Û herro diçû wêderê: bi seheta, ser lingekî melûl-melûl disekinî, stûê xwe xar dikir, serê xwe dikire bin per’ê xwe.

          Me gelek cara didît, wekî çawa leglegeke tezeye nenas nêzîkî hêlîna wî dibû, bi qibe-qib jêra xeber dida û nerazî jê dûr diket.

          Carna jî ew leglegê tezehatî dicêribandin ser hêlîna wî, kêleka wî rûnên, nukulê xwe bi nazikayî stûê wî dixistin, nava perkê wî digerandin, lê ewî înkar dikir û zorê ew ji hêlînê dûr dixistin.

          Carekê leglegek rast sê roja ji leglegê me dûr neket. Çiqas leglegê me berî wê dida, ewê zorê dihat xwe davîte bin per’ê leglegê me, lê dilê leglegê me şkestî bû, hizkirineke teze nedixwest.

          Wextê hîverona me timê didît, wekî çawa tek-tenê deştada digere û me qibe-qiba wîye melûl dibihîst.

          Bi vî teherî ew sê yanê çar sala melûl û heznî, tenê û lap bêxweyî ma.

          Bahara dihat, payîza diçû. Payîzekê jî çû, û wexta bahar hat, venegerya. Em hîvîê man, hîvîê man, lê ew nehat û nehat.

          Hêlîna ma, ma, hetanî xweber hilşya.

           

          s.1912-a,

          K.Polîs.

           

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>