My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


FIKRA BEXTEWARÎÊ

 

 

FIKRA  BEXTEWARÎÊ

           

           

           

 сфинкс         Dewrêşekî kal, ku enya wî ber tevê qimilî bû, hate qûmistana Misrê, wekî ji Sfînksê mezin pirsyarê bike bona fikra bextewarîê bihese.

          Sfînksê qedîmî bêdeng û his, bê lipan nava kerbûna qûmistana zerda rûniştye, ç’evê wîyî vekirî ji kûraya wede dûr-derazêd saw dinihêrîn.

          Dewrêş hat, ber Sfînks qurumîş bû, sekinî, gopalê qamîş dirêj kire nava qûma şewitî. Medekirî bû û bi ç’evê fikirtijî zûr bû ç’evê wî nihêrî û gotê:

          - Ez ji hemû qulbê dinyaê hatime bal te, hemû qulbê dinyaêda min pirsye, wekî pê bihesim bextewarî çiye, fikra wê çiye?.. Lê kesekî caba min nedaye.

          Ez nha ji heç’ê Sînaya buhurîye kevirî têm, li ku Mûsa bû pêxember, min ji girê bêzar-ziman pirsyar kirye… Lê kesekî caba min nedaye.

          Qeraxê Nîlêra hevraz hilkişyame, strûya gûzeka min qulkirine û tevê enya mine kal  qimilandye. Û hatime gihîştime ber derê te. Nha devê xwe veke, ku bona dinyaê hetanî-hetayê hatye girtinê, û bi ç’evê xweye aqile kemal te nava têx’a qurnada çi dîtye, bêje, elamke, ez dipirsim – çiye bextewarya emrê merivayê?

          Merî ji pêç’ekê hetanî qebrê bi gumana nealtbûyî berbi bextewarîê dicedîne, lê nizane ew çiye. Bêje, elamî minke, û ezê mal bi mal, koşk bi koşk, cenbûê, usa jî şmalê, rohilatê, usa jî roavaê bigerim, qube-qube gotina te derheqa fikra bextewarîêda bêjim…

          Û kerbûna qûmistana mezin paşî pirsyara dewrêşê kal dîsa giran bû, û Sfînksê qedîmî dîsa zûr bûbû besta bêserobin dinihêrî. Roj derbaz bûn, şev derbaz bûn, û dewrêş ser linga, bê xew, ber wî qurumiş bûbû, sekinî bû, hîvya caba wî bû, û cab tunebû.

          Û gava şev û roj derbaz bûbûn, dewrêş dîsa pirsyar kir, û dîsa kerbûna qûmistana mezin paşî pirsyara dewrêşê kal tîr bû, giran bû.

          Porê spî ber baê gur dihejyan, dewrêş dîsa pirsyar kir û dengê wîyî lavakirinê ji kûraya ruhê temamya merivayê dihat.

          Û gava dewrêş ker bû, Sfînks ç’evê xwe kutane ç’evê dewrêş, û aha lêvêd wîye hetanî-hetayê bêlipat hejyan û bi dengê qûmistanê caba wî da:

          “Benî-ademê qinêta xûnê û motacê kelê, mêla teye bêfem tim berbi jinêye. Tu nikarî fikra bextewarîê fem bikî, heyetya teye têderxistinê ne layîqî cedandina teye, û tiştekî bêfikre, wekî wê bihesî.

          Lê ez tera dibêjim û hetanî-hetayê xwe ker dikim, here û virhada rehetya mine bextewar neteribîne.

          Here û dinê-alemêra – cenûbê, usa jî şmalêra, rohilatê, usa jî roavaêra – fikra bextewarîê bêje: gere tê dernexî, gere nekevî nava mitala, gere nexwazî, lê her tenê bibî kevir, bibî kevir, bibî kevir…”

          Û dîsa lêvê Sfînksê qedîmî bûne kevir û ewî ç’evê xwe, ku hetanî-hetanî bêfikar û bêxem bûn, dîsa kutane besta bêserobin û kete nava bera-hêsabûnê.

          Û kerbûna qûmistana bêhidûd dîsa tîr bû û giran bû…

           

          s.1910-a,

          Tîflîs.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>