My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


GÊVORGÊ HEDAD

 

 

GÊVORGÊ  HEDAD

           

           

           

 Basic RGB         Roja şemîê bû. Hela ro neçûbû ava, gava sinetxanada pey hev dengê çagûça hate birînê.

          Hambarê hedad bi çagûçê hostayî biç’ûk, çawa edet bû, sê derb li sel xistin û “şabaş” kir. Xebat kuta bûbû.

          Palêd hedad agirê kûrê temirandin, hacet, çagûç û kelbetan berev kirin, cîê wane mexsûsda cîwarkirin, hedadxane gêzîkirin, temizkirin, şelikê xweye qayîş derxistin, ser ç’evê xwe şûştin û ber hosta sekinîn. Hambarê hosta heqê wanî hevtê daê û ew rê danîn. Paşê derê hedadxanê dada, kilît kire cêba xwe û komekdarê xwe – Gêvorgê hostara tevayî çûn. Wana derheqa xebata duşemêda xeberdan hetanî gihîştine qulç’ê kûçê, yekî got “şeva te bimîne xweş”, yê mayîn got “herî ser xweşîê” û ji hevdu dûrketin.

           

          * * *

           

          Gêvorgê hosta çû delakxana hevalê xweyî berê – Sêto, li ku her şemya êvarê dihat ser-sûretê xwe kur dikir. Ewî selam da Sêto, ber eynê rûnişt, û delak destbi şuxulê xwe kir.

          Gêvorgê hosta merîkî zex’mî serxwe bû, qamê xweda bû. Dêke wîye pîr hebû, ku ji dest êşa hestûê çokê ketibû nivînê, jina wî û çar ewledêd wî hebûn – du kur, du qîz. Zû zewicî bû. Çawa xebatçîkî baş û hostaê serxwe navekî baş qazanc kiribû. Lê gelekî çetin dijît: neferê wî giran bûn, êrîk-bêrîkê wî zef bûn. Çawa gumrîya dibêjin, ancax mala xwe yole dibir. Ew ne gunekar bû, ber îsafa xwe rûreş nîbû, xwe nedihêvşand, diçerçirî, dixebitî, lê heqê wî ewqasî kêm bû, wekî qet têra neferê malê nedikir. Hambarê hosta ne merîkî rem bû, berê xebata Gêvorg dixwar, çimkî Gêvorgî destteng bû, lema tu wexta fikra wîra derbaz nedibû anegorî xebata kirî û merîfetê heqê Gêvorg bide zêdekirinê.

          Halê wî gelekî çetin bû: malda her tenê ew dixebitî, ç’evê nefera destê wî bû. Qîza wî gihîştî bû, dixwest rind xwekira, lê zarêd mayîn, heqê xwendinxanê?

          Vê yekê gelekî ser Gêvorg hukum dikir. Ew gelekî difikirî, wekî çawa bike ji vî halê giran derê: be’sa xeberê, here cem hostakî mayîn bixebite, ku hevekî îsafa wî hebûya, yanê ew û yekî dinê bûbûna heval û tevayî bixebityana, lê wekî hedadxana wî hebûya – mişterîê wî wê çiqasî gelek bûna, wê rind qazanckira û mala xwe rind xweykira. Çira na, ne axir bi xwe hostakî cêribandîye, her tişt ji dest tê, çi bêjî çênedikirin – balte, mer, tevşo… tiştêd dha mezin – gîsn, zincîrê kotanê… Lê kê ew bext dabûê?…

          - Xêrekê jê bibînî, Gêvo can, — Sêtoê delak, wexta şuxulê xwe kuta kir, got.

           

          * * *

           

          Serê wî berda Gêvorg hêdî-hêdî diçû. Wexta nava sûkêra derbaz bû, goştê kivava û xaşlemê kirî, kire nava destmala neqşkirîye mezin, pincar jî kirî, kire nav: “Zarê mine belengaz qet na hevtê carekê goşt bixun”, — ewî xwexwa xwera got.

          Şemîê êvarê, berî çûyîna malê, Gêvorg xêlekê diçû qawexana hedada bona fîncanek-duda qawê vexwe, hevalekî, nasekî bibîne, hevekî wanra xeberde, besêd şeher û dere teze bihese. Yekê jî guman bû vêderê rastî hevalê xweyî berêyî hizkirî Yêx’îş bê. Ewî hevekî pêşda hîvî kiribû, wekî Yêx’îş wî cem xalê xweyî hedad bike ser xebatê. Xalê Yêx’îş – Gêvondê hosta, ku merivekî helal bû, gelek bikirçîê wî hebûn, dêmek komekdarekî xebatçîyî rind wê lê lazim bûya. Yêx’îş, ku haj halê hevalê xwe hebû, bi dil soz daê xalê xwera xeberde. Dibe îro beseke xêrê bikeve guhê wî.

          Ber derê qawexanê Yêx’îş bi eşq ew hemêz kir.

          - Gêvo can, ez heyran, tu ku bûyî, ez çûme hedadxanê, dadayî bû, gelekî te geryam, lê min tu nedîtî, fikirim diqewime tu vêderê bî, ez hatim, wekî te bibînim.

          Gêvorg bona ha eşq û şa rastî hevalê xwe hatye, gelekî şabû.

          - Yêx’îş can, kêfa te xweşe, bira hertim usa xweşbe, — Gêvorg gotê.

          - Çira gotî kêfa min xweş nîbe?.. Mizgînya min, rabe, em herne şeravxana Hartênî, ez gilîê xweş tera bêjim, çi ku te dixwest, hela tiştek jî zêde bû, lema jî gotî em vexun.

          Şeravxana Hartênîda rind ronkayî bû, mişterî dora texta gişka rûniştibûn, sera fire bi dengê xeberdan, ken, pîrqe-pîrqa wanva tijî bû.

          Bona wan ber dîwêr textekî ç’ûk danîn. Yêx’îş araq, pêxwarin, şerav û kivav da anînê.

          - Gêvo can, — Yêx’îş ç’evê xwe kutane ç’evê Gêvorg, got, — em hevalêd heve berêne, ez gelekî ji te hiz dikim, tu vê yekê rind zanî. Tu birê minî, îro şûnda tu îdî çetinaya nabînî, tu bawerbe. Xalê min îdî kal bûye, kur pêra gihîştine, yek bûx’altêre          [1], yê mayîn jî fêldşêre          [2], rind qazanc dikin, xalê minê îdî hedadîê neke, kur nahêlin. Xalê min dixwaze hedadxanê teslîmî yekî esilzade bike. Min gote xalê xwe, jê hîvî kir, wekî hedadxanê bi hûrmûrê wêva teslîmî teke. Ew jî qayîl bû.

          Yêx’îş bînekêra ev gilî gişk gotin û sekinî.

          Gêvorg guhê xwe bawer nedikir. Herdua jî demekê xwe ker kirin.

          - Te nehîşt ez gilîê xwe tamkim, dagre, em vexun, Gêvo can.

          Her yekî tase şerav vexwar.

          - Erê, min ew dixwest bigota, wekî emê sibê herne cem xalê min, here destê wî, dewsa bavê te tê, her tiştî tunduruste, duşemêda xweyê hedadxanê tuyî. Zanî, ne? Çi cîkî rinde, çûyîn-hatin geleke. Hacetêd wîye çawa hene!

          Ç’ev li Gêvorg fire bûbûn û guh didaê.

          - Gêvo can, eva jî bira bibe salixya xalê min, merivekî başe. Ez zêrkirim, ne? Dîsa minetdarê xalê xweme, ez şandime Axilsxaê cem hostaê lapî baş, hîn bûm, hatim.

          Paşê Yêx’îş derheqa qewlada xeberda, yanê Gêvorg gotî ewqas heqê hedadxanê bide, çiqas xalê wî dida xweyê avayî, lê gotî ber haceta, demûdezgava jî tiştekî bide xalê, wekî mayîn tişt tune. Paşê serda zêde kir:

          - Olecaxe, wexta heve pere dikevne destê te, hacet, demûdezgê xalê minê temamî wê yêd te bin, te derc kir? Lê derheqa wê yekêda paşê.

          Ç’evê Gêvorg teysîn, bi dengekî girî got:

          - Yêx’îş can, ez çi bêjim, te emrê zarê min xilaz kir… — û destê xwe stûê hevalê xwera bir.

          Du hevalêd heve hizkirî vedixwarin salixya malêd xwe, derheqa rojêd zarotîêye şîrinda xeber didan, laqirdî dikirin, dîsa vedixwarin û kêfxweş-kêfxweş hevdu paç dikirin.

           

          * * *

           

          Gava, çawa gumrîya dibêjin, ji hev qetyan, Gêvorg dixwest deqekê zû bigihîje malê, deqekê zû malê bide şakirinê. Usa direvya, tê bêjî dipekya. Ji revê bîna wî çikya, demekê sekinî, ezmên nihêrî. “Pa, çiqas steyrik hene…”, — ewî bi ecêbmayî xwexwa xwera got.

          Steyrik ezmanê havînêyî ç’îk-sayîda diteyîsîn, birq vedidan. Steyrik bêhesab bûn. Çiqas rind diteyîsîn, çiqas bedew bûn. Gelek wext bû, wekî Gêvorg ezman nenihêrî bû, hertim serê wî berda, bi fikar rya malêva diçû. Mal hîvya Gêvorg bû – ew tu cara ewqasî derengî neketye. Muhuleta jinê hatibû birînê, lema jî tim derdikete derva, dihate hundur.

          Rojêd mayîn Gêvorg ji hedadxanê rast dihate malê, şemya êvarê hevekî derengî diket, çimkî diçû ser delak û qawexanê. Lê îro çi qewimî bû, çira ewqasî derengî ket, nişkêva tiştek neqewimîbe?

          Şemya êvarê ew timê malê bû, kêleka dayka xweye nexweş rûdinişt, jêra qise dikir, tevî wê çay vedixwar.

          Jine ber dêrî ç’evî li rya mêr bû, gava Gêvorg wêda hat. Ewî gelekî şabû. Jin nêzîkî wî bû, destmala girêdayî ji dêst girt, qîza mezin lempe dêstda berbi bavê hat. Bin îşiqa lempêda bavê qîzê nihêrî, dha bi guhdar lênihêrî.

          - Pî, Vardûş can, tu çiqas bedew bûyî…

          Demekê bav û qîz ker-lal ber hev sekinîn. Dengê bavê lerizî, ket:

          - Vardûş can, ezîz can, tu bibaxşîne, min tu pak nedîtibûyî… — ç’evê wî şil bûn û bi dil, bi hizret çû rûê qîza xwe.

          Dilê keç’ikê tijî bû, revî.

          - Pî, mêrik, te teze dîtye, çiye? – jinê bi tirs ecêbmayî û paşê jî bi dilmayî pirsî.

          - Xwedê roja kesîba reşke, çawa reşkirye… Ka hewasa wî heye, wekî dinyaê binihêre, her tişt ber ç’eva reşe, — dayka pîr bi keser got.

          Gişk berxwe ketin, her yek hindava xweda ker bû. Her kes dilê xweda difikirî.

          Rûê xebata hesinçêkire giranda Gêvorg westyayî dihate malê, medekirî, serê poz neferê malêra xeber dida, bin îşiqa lempa biç’ûkda ancax ew diqişirandin, diçû destê dê, carna destê xwe nava porê zara digerand, gilîk-dudu ewî û jinê hevra digotin û paşî şîveke sivik westyayî dikete nava cîya û sibê zû, qereberbangê, bêdeng û his diçû ser xebatê.

          - Îşê min rinde, zef rinde, — Gêvorg bi dengekî şa got û kurt derheqa gotina Yêx’îşda şirovekir.

          - Anna, Vardûş, lempa mayîn jî vêxin.

          Lemp vêxistin, otax bi îşiqê, şabûnê tijî bû.

          Gêvorg çû rûê zara razayî, çû destê dya xwe, dê jî enya kur paç kir, dua li Yêx’îş, xalê wî kir, vegerya ser bûkê û gotê:

          - Lao, çayê bîne, devê min zya bû.

          - Vê sehetê, daê can, — bûkê got, ç’evê xwe temiz kirin, destpê kir çay çêkir.

          Nîvê şevê derbaz bûbû, lê hela gişk hişyar bûn. Gêvorg eşq-eşq xeber dida, laqirdî dikirin, dikenya û ew didane kenandinê.

          Û xulese lazim bû razên, miqamek kire gine-gin û kete nava cîya. Paşî gelek-gelek sala ewî hela ewqas bi dilekî şa û bi fikra hêsa serê xwe danenîbû ser belgî.

           

          s.1951-a

 


                    [1] Bûx’altêr – hesabdar.

                    [2] Fêldşêr – hekîm.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>